Li gelek bajarên Ewropayê pîrozbahiyên Newrozê destpê kirin. Civaka Kurd a Demokratîk li Fransayê (CDK-F) bang li Kurdistaniyên li Fransayê dijîn kir, ku bi xurtî beşdarî pîrozbahiyên Newrozê bibin.
CDK-F di daxuyaniya xwe ya bi vê wesîleyê weşandî de got, "Em Newroza 2015'an ku cejna berxwedan, azadî û wekheviyê ye, bi coş, zane û bi ruhê Şoreşa Rojava pîroz bikin" û diyar kir ku di çarçoveya pîrozbahiyên li Fransayê de wê roja Pêncşemê ji bo dostên biyanî resepsiyon were dayîn, roja Înê meşên meşaleyî bên lidarxistin û di 21'ê Adarê de jî li bajarên cuda yên Fransayê şahiyên Newrozê werin organîzekirin.
CDK-F got, "Ji bo em li dijî faşîzma DAIŞ'ê li ber xwe bidin û Cejna Newrozê veguherînin cejna azadkirina Rêber Apo, di 20'ê Adarê roja Înê saet di 18:00 de li Parîs, Marsîlya, Montpellîer, Strasbourg, Rennes, Lyon û gelek bajarên din ên Fransayê em bi xurtî beşdarî meşên meşaleyî bibin."
Hat ragihandin ku pîrozbahiya Newrozê ya li Parîsê wê saet di 10:00 de li Champigny Parc du Plateau destpê bike û hemû amadekarî qediyane. Di daxuyaniyê de bang hat kirin ku bi ruhê berxwedana Kobanê beşdarî li hemû pîrozbahiyan bê kirin.