‘Hêzên duh piştgirî didan Komkujiya Helepçe îro piştgiriyê didin DAIŞ’ê’

MLKP Kurdistan, bal kişand ku hê jî şopên Komkujiya Helepçe didomin, hêzên emperyalîst û herêmî yên paşverû, îro jî bi rêya DAIŞ’ê polîtîkayeke qirkirinê ya nû li hember Kurdan kirine dewreyê.

MLKP Kurdistan, bal kişand ku hê jî şopên Komkujiya Helepçe didomin, hêzên emperyalîst û herêmî yên paşverû, îro jî bi rêya DAIŞ’ê polîtîkayeke qirkirinê ya nû li hember Kurdan kirine dewreyê.

MLKP Kurdistan, bi wesîleya Komkujiya Helepçeyê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku gelê Kurd di meha Adarê de hem ji komkujiyan re hem jî ji serhildanan re şahidî kiriye, emperyalîst û hevkaran, rejîmên paşverû û faşîst polîtîkayên tinekirin û înkarê di her dema dîrokê de pêk anîne. Gelê Kurd li hember van polîtîkayên qirêj û qetlîamker ti carî dest ji têkoşîna bi rûmet bernedane.

MLKP Kurdistan bal kişand ser komkujiyên Helepçe û Qamişlo û got ku hêzên emperyalîst û herêmî yên paşverû, îro jî bi rêya DAIŞ’ê polîtîkayeke qirkirinê ya nû li hember Kurdan kirine dewreyê.

MLKP Kurdistan wiha dewam kir, “Li hember komkujî û êrîşên li dijî gelê me yê dabeşî 4 parçeyan hatiye kirin ku rewa tên dîtin, bersiva herî mezin; pêşxistina Şoreşa Rojava û  xeta berxwedanê ya vê şoreşê afirandiye.  Îro Şoreşa Rojava li hember hêzên mêtinkar, dagirker, înkarker û qetlîamker bersiveke. Qirkirina Êzidiyan a tê xwestin li Şengalê pêk were bendeke. Îradeya hesabpirsînê ye.”

MLKP Kurdistan ev bang kir,  "Ji Helepçe heta Qamişlo û Şengalê li hember komkujiyan em bi ruhê Şoreşa Rojava serhildanan mezin bikin.”