Kantona Cizîrê li ser sindoqan e

Ji bo hilbijartinên Şaredariyên Kantona Cizîrê, ji saet 08:00 ê sibehê û vir ve deng tên bikaranîn. Şêniyên Cizîrê wê Meclîsên 12 Şaredariyan diyar bikin.

Şêniyên Kantona Cizîrê, ji bo meclîsên şaredariyên xwe hilbijêrin, ji saet 08:00 û vir ve li ser sindoqan e. 

Hilbijêrên li 160 navendên hilbijartinê yên Kantona Cizîrê dengê xwe bikar tînin, wê rêveberiya nû ya şaredariyên 12 bajar û bajarokan diyar bikin. Dengdana ku saet di 08:00 de destpê kir, wê heta saet 20:00 dewam bike. Hat ragihandin ku di bikaranîna dengan de ti kêmasî nîne.

Li herêma Dêrikê, bi sedan welatiyên ji navenda bajar, gundên herêma Beravê û koçeratan li 18 navendan ji bo Meclîsa Şaredariya bajarê Dêrikê dengên xwe bikar tînin. Li Dêrikê ji bo 31 endamên meclîsa şaredariyê 62 namzet dikevin pêşbirkê.

Li Girkê Legê ji bo 3 şaredariyan deng têne dayîn. Ji bilî şaredariya navendê, li bajarokên Çilaxa û Til Koçer jî wê meclîsên şaredariyê bêne hilbijartin. Ji bo dengdayînê ji bilî van hersê navnedan li Rimêlan û gundan jî gel diçe ser sandiqên hilbijatinê. Li Girkê Legê li 13 navendan, li Çilaxa li 8 navendan û li Til Koçer jî li 8 navendan deng têne dayîn. Li Girkê Legê ji bo 32 endamên Meclîsa.Şaredariya 36 namzet, li bajarokê Çilaxa ji bo 17 endamên Meclîsa Şaredariyê 25 û li Til Koçer 17 namzet dikevin pêşbirkê.

Li Tirbesiyê gel li navenda bajar, herêmên Alîyan û Sincaq, gundên derdorê li 11 navendan dengên xwe bikar tînin. Li vir jî wê ji bo Meclîsa Şaredariyê 23 endam bêne hilbijartin.

Li bajarê Qamişlo ku tekane bajarê mezin ê herêmê ye ji bo 2 şaredariyên navendî deng têne dayîn. Li Qamişlo Rojhilat li 15 navendan ji bo 31 endamên meclîsa şaredariyê gel dengên xwe dide. Li Qamişlo Rojava jî dîsa li 15 navendan ji bo 31 endamên meclîsa şaredariyê deng tên bikaranîn.

Li bajarê Amûdê gel ji saetên serê sibehê ve li ser 12 sindoqan ku li navend û gundan hatine danîn, ji bo 32 endamên Meclîsa Şaredariyê dengên xwe bikar tînin.

Li Dirbêsiyê jî hem ji bo şaredariya bajar hem jî ji bo şaredariya bajaroka Ebu Raseyn deng tên bikaranîn. Li Dirbêsiyê li ser 15 sindoqan ji bo 31 endamên melîsa şaredariyê deng tên dayîn. Li Ebu Raseyn jî li ser 10 sindoqan ji bo 17 endamên meclisê dengdayîn didome.

Li Serêkaniyê jî li 13  sindonên li navend û gundan hatine danîn, ji bo 31 endamên meclîsa şaredariyê gel diherike ser sindoqan.

Li bajarê Hesekê ji bo dengdayînan li 22 navendan sindoq hatine danîn. Li vir wê 31 endamên Meclîsa Şaredariyê bêne hilbijartin.

HEVSEROKA KANTONA CIZÎRÊ HEDIYE YÛSÎF DENGÊ XWE LI DÊRÎKÊ BIKAR ANÎ

Hevseroka Kantona Cizîrê Hediye Yusif li cihê ji dayikbûNê, li bajarê Dêrikê dengê xwe bi kar anî.

Piştî dengdayinê Hediye Yûsif diyar kir ku hilbijartinên meclîsên şaredariyan ku niha li Kantona Cizîrê têne li darxistin, ji bo modela Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a ku îro li Rojava pêk tê, ezmûnek e.

Hediye Yûsif got ku van hilbijartinan Rêveberiya Xweseriya Demokratîk rewa kirine. Hediye Yûsif destnîşan kir ku ji bo avakirina civakeke demokratîk ev hilbijartin gelekî girîng in.

Di dawiya axaftina xwe de Hediye Yûsif ev tecrûbeya demokrasiyê li hemû welatiyan pîroz kir û bang li hemû kesî kir ku beşdarî avakirina demokrasiyê li Rojava bibin.

SEROKÊN 3 KONSEYAN LI QAMIŞLO DENGÊ XWE BIKAR ANÎN

Serokê Desteya Karûbarên Şehîdan Rêzan Gulo, Serokê Desteya Parastinê Ebdulkerîm Sarûxan û Seroka Destya Maliyeyê Remziye Mehemed li Dibistana Seqer Kureyş a li Taxa Hilêliyê ji bo meclîsa şaredariyê dengên xwe bikar anîn.

Piştî dengdayînê, Rêzan Gulo diyar kir ku hilbijartinên meclîsên şaredariyan ji bo Rojava rojeke dîrokî ye. Rêzan Gulo destnîşan kir ku welatî bi rengî azad dengên xwe bikar tînin û nûnerên xwe di hilbijêrin. Gulo got ku ev hilbijartin bi saya cangoriyên azadiyê ku ji bo azadiya pêkhateyên herêmê û demokrasiye canê xwe dane, pêk hatiye. Gulo got ku van hilbijartinan îradeya pêkhateyên herêmê nîşan daye û ji cîhanê re diyar kiriye ku gel dikaer xwe birêve bibe.

ASAYÎŞ Û SUTORO BI HEV RE EWLEKARIYA HILBIJARTINÊ DIKIN

Hêzên Asayîşê li bajarên Dêrik, Girkê Legê, Tirbespiyê, Qamişlo Rojhilat, Qamişlo Rojava, Amudê, Dirbêsiyê, Serêkaniyê, Hesekê û bajarokên Til Koçer, Çilaxa û Ebu Raseyn li 160 navendên ku deng têne bikaranîn, tedbîrên ewlekariyê girtin.

Li bajarên Hesekê, Qamişlo, Tirbespiyê û Dêrikê hêzên Sutoro jî tevlî xebatên parastina hilbijartinan dibin.

Li Til Temirê jî ji ber êrîşên giran ên çeteyên DAIŞ'ê, bi sedema ewlekariyê hilbijartinên Meclîsa Şaredariyê ji bo demeke pêş hat taloqkirin.