Derket holê girtiyê siyasî Sevîlgen ji ber xemsariyê jiyana xwe ji dest daye
Girtiyê siyasî yê Kurd Kûlînk Sevîlgen ku li girtîgeha Bandirmayê jiyana xwe ji dest da, derket holê ku ji ber doktor û ambulans tinebû mudaxaleyî Sevîlgen nehatiye kirin.
Girtiyê siyasî yê Kurd Kûlînk Sevîlgen ku li girtîgeha Bandirmayê jiyana xwe ji dest da, derket holê ku ji ber doktor û ambulans tinebû mudaxaleyî Sevîlgen nehatiye kirin.
Girtiyê siyasî yê Kurd Kûlînk Sevîlgen ku li girtîgeha Bandirmayê jiyana xwe ji dest da, derket holê ku ji ber ku doktor û ambulans tinebû mudaxaleyê Sevîlgen nehatiye kirin.
Li girtîgehên Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê ji ber polîtîkayên dewletê yên li ser girtiyan, mirinên li girtîgehan didomin. Binpêkirinên li ser girtiyan û şert û mercên giran yên girtîgehan rê li ber mirinên girtiyên nexweş vedike.
LI GIRTÎGEHÊ DOKTOR TINE BÛ
Girtiyê siyasî yê Kurd Kûlînk Sevîlgen ku li Girtîgeha Hejmar 1 a Tîpa Bandirma ya Balikesîrê girtîbû duh di saetên êvarê de qeyrana dil derbas kir û jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Sevîlgen ji bo otopiyê şandin Saziya Tipa Edlî ya Bursayê. Piştî otopsiyê cenazeyê wî ji aliyê malbata wî ya ji Mêrsînê hatibûn, rayedarên TAY-DER û HDP’a Bursayê ve hat girtin û şandin Mêrsînê.
Girtiyên li Girtîgeha Bandirmayê dimînin diyar kirin ku mirina Sevîlgen, gelek xemsariyên îdareya girtîgehê hene.
Girtiyan da zanîn ku dema Sevîlgen nerehet bûye, li revîrê doktor tinebûne û mudaxale nekirine û li revîrê ji bilî dermanan ti tiştek ji bo nexweşan nayê kirin.
AMBULANS SAETEK ŞÛNDE HAT
Dîsa hat gotin ku ji ber li girtîgehê ambulans tinebû û saetek şûnde hatiye mudaxaleya li Sevîlgen dereng ketiye. Hat hînbûn ku Sevîlgen ligel kurê apê xwe Celalettîn Elçîçek ku li heman girtîgehê dimîne nerehet bûye û jiyana xwe ji dest daye.
DERENG AGAHÎ DAN MALBATÊ
Hat diyarkirin ku Elçîçek xwestiye Sevîlgen cara dawî bibîne lê îdareya girtîgehê red kiriye û Elçîçek xwestiye bi telefonê ji malbatê re bêje ku Sevîlgen jiyana xwe ji dest daye lê destûr nedane. Sevîlgen saet di 01.00’and e jiyana xwe ji dest dide lê saet di 03.30’an de agahiyê didin malbatê.
Hat hînbûn ku li revîrê di navbera girtiyên edlî û siyasî de nêzîkatiyên cuda nîşan didin.