YDG-H, YDGK: Li ser navê me zext li gel tê kirin

YDG-H, YDGK, diyar kir nûçeya ku tê gotin li Taxa Fatîh a Amedê kesek bi îdîaya esrarê difiroşe, ji aliyê wan ve hatiye kuştin derew e.

YDG-H, YDGK, diyar kir nûçeya ku tê gotin li Taxa Fatîh a Amedê kesek bi îdîaya esrarê difiroşe ji aliyê wan ve hatiye kuştin derew e.

Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Welatparêz (YDG-H) û Tevgera Jinên Ciwan ên Welatparêz (YDGK), diyar kirin berê jî li hember nêzîkatiyên li ser navê wan ku zext li gel tê kirin û bi awayekî çetewarî xerac tê komkirin gelê herêmê hişyar kirine.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku pratîkeke ajan a bi şêwazê çetetî tevdigerin û navê YDG-H û YDGK bikar tînin li herêman heye û wiha hat gotin, “Ti eleqeya tevgera me bi van ajan an jî çeteyan re nîne. Kesên navê me bikar tînin û bi awayekî xerab nêzî gel dibin, xeracê kom dikin, pratîka çeteyan nîşan didin di nav pratîka sîxurtiyê de ne. Pêwîst e gelê me li hember vê hestyar be. Pratîka me li gor bîrdoziya me ye. Ji ber vê yekê yê zîhniyeta wan ne ya me, pratîka wan jî nabe ya me.”

YDG-H, YDGK wiha dewam kir, “Wek tê zanîn, kesekî ku tê îdîakirin esrarê difiroşe li Taxa Fatîh a Amedê hatiye kuştin. Ev kes ji aliyê me ve nehatiye kuştin. Weke gelê me jî dizane ev meheke dawî ye, çalakiyên rûgirtinê hatine qedexekirin.” Hat diyarkirin ku kesên rûyê xwe digrin û li ser navê YDG-H’ê çalakiyan li dar dixin wê wek sîxur bên destgirtin.

Di dewama daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ev kuştin hesabpirsîneke navxweyî ya çeteyên tiryakê difiroşin û wiha hat gotin: “Qet em teswîp nakin. Pratîkên wiha ne yên me ne. Ji niha û pê ve jî li hember pratîkên bi vî awayî  em banga hestyariyê li gelê xwe dikkn. Ev pratîk ne yên YDG-H’ê yên sîxurên provokator û komên çete ne.”