Denîz ê bi guleya polîs birîndar bibû hat emeliyatkirin
Li navçeya Bêgir zarokê bi navê Selîm Denîz (17) ê hat diyarkirin duh bi şev ji aliyê polîsekî sivîl ve hat birîndarkirin hat emeliyatkirin.

Li Taxa Yavûz Selîm a navçeya Bêgir a Wanê duh bi şev kesekî ku polîsê sivîl e, piştî ji mala wek mêvan çûbûyê derket, bi komeke ciwan ê wer texmînkirin ku diz e ket nav nîqaşê. Piştî nîqaş mezin bû, polîsê sivîl ber bi lojmanên polîsan ve beziya û gule berda ciwanan. Di encama vê de zarokê bi navê Selîm Denîz (17) birîndar bû. Denîz ê ji valatiya zikê xwe birîndar bû, rakirin Navenda Tibê ya Dûrsûn Odabaşi ya Zanîngeha Yuzuncu Yil. Denîz li vir hat emeliyatkirin. Hat diyarkirin ku guleya di bedena Denîz de hatiye derxistin.
6 KES HATIN BINÇAVKIRIN
Ligel vê di lêpirsîna têkildarî bûyerê de 6 ciwan hatin binçavkirin. S.D., O.B., C.Ç, N.N., E.D. û N.Ç., yên hatin binçavkirin, piştî îfadeya wan hat girtin danê sibehê hatin berdan.
Hevseroka Rêxistina HDP’ê û Parêzer Derya Hayva ya heta derengiya şevê li nexweşxaneyê ma, diyar kir ku der barê bûyerê de lêpirsînên xwe dewam dikin û di demeke herî kurt de wê serî li rêyên hiqûqî bidin.