Midyadî wê ji bo Ocalan dakevin qadan
Midyadî xwe ji bo meşa ku 'Ji Ocalan re Azadî' û pîrozbahiya Newrozê amade dikin.
Midyadî xwe ji bo meşa ku 'Ji Ocalan re Azadî' û pîrozbahiya Newrozê amade dikin.
Midyadî xwe ji bo meşa ku 'Ji Ocalan re Azadî' û pîrozbahiya Newrozê amade dikin. Hevseroka DBP’a Mîdyadê Bîrgul Toprak diyar kir ku ew di wê baweriyê de ku azadiya Ocalan azadiya gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîne. Hevserokê HDP’a Mîdyadê Alper jî piştgiriya xwe ya meşê anî ziman.
Rêxistinên HDP û DBP'ê yên Midyadê diyar kirin ku ew dê bi hêz tevlî meşa "Ji Ocalan re azadî" dê di 14'ê adarê de li Cizîrê destpê bike û di 21'ê Adarê li Amedê bi dawî bibe bibin.
Rêxistinên HDP û DBP'ê yên Midyadê têkildarî meşa ‘Ji Ocalan re azad’ wê di 14'ê Adarê de li Cizîrê destpê bike û di 21'ê Adarê li Amedê bi dawî bibe li avahiya HDP'ê ya Midyadê civîna çapemeniyê li dar xist.
MEYA-DER û Dayîkên Aştiyê jî tevlî daxuyaniyê bûn. Hevseroka Rêxistina DBP'ê yê Midyadê Bîrgul Toprak bibîr xist ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 16 sal in li Girtîgeha Îmraliyê tê ragirtin û wiha got: "Ji bo em ji vê yêkê re bêjin 'Êdî bes e' em ê piştgiriyê bidin meşa li Cîzîrê dest pê dike." Toprak, bang li tevahiya gelê Midyadê kir ku tevlî meşê û pîrozbahiya Newrozê bibin.
Hevserokê Rêxistina HDP'ê ya Midyadê Huseyîn Alper jî diyar kir ku ew ê bihêz tevlî meşê bibin.