Li Hîlalê agirê Newrozê
Li bajaroka Hîlal a navçeya Qilabanê pîrozbahiyên Cejna Newrozê bi şahiyekê destpê kir.
Li bajaroka Hîlal a navçeya Qilabanê pîrozbahiyên Cejna Newrozê bi şahiyekê destpê kir.
Li bajaroka Hîlal a navçeya Qilabanê pîrozbahiyên Cejna Newrozê bi şahiyekî destpê kir.
Li bajaroka Hîlalê ya girêdayê navçeya Qilabanê ya Şirnexê pîrozbahiyên 21'ê Adarê Cejna Newrozê ya îsal li qada Newrozê tevlbûna sedan kesî bi şahiyekê destpê kir. Hevseroka HDP'ê ya Şirnexê Asmîn Kiraç, Alîkarê Hevserokatîya DBP'ê ya Şirnexê Îbrahîm Ayan, Hevserokên Rêxistina DBP'ê û HDP'ê ya navçeya Qilebanê û sedan welatî bi cil û bergên xwe yên neteweyî tevlî pîrozbahiyê bûn. Li qada Newrozê posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez, Fîdan Dogan û alên PKK'ê û KCK'ê, pankartên "Newroz pîroz be" û "An azadî, an azadî" hatin daliqandin. Di pîrozbahiyê de ji bo kesên di têkoşîna azadiya gelê kurd jiyana xwe ji dest dane rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê Hevseroka DBP'ê ya Qilebanê Feyruz Îlbî agirê Newrozê pêxist. Dîsa li derdora agir govend hat gerandin.
Di pîrozbahiyê de Hevseroka HDP'ê Asmîn Kiraç axivî û diyar kir ku hevîya wan ew e ku 21'ê Adarê ew ê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re Cejna Newrozê pîroz bikin. Piştî axaftina Kiraç Alîkarê Hevserokatîya DBP'ê ya Şirnexê Îbrahîm Ayan axaftina xwe de bal kîşand li ser meşa ji Botanê heya Amedê ya ji bo "Ocalan re azadî" û wiha got: "Herêma Botan dê heya Amedê bimeşe û dê ji Serok Ocalan re azadiyê bixwaze. Pêwîste her kesekî tevlî meşa azadiyê bibe."
Hevseroka HDP'ê ya bajaroka Hîlalê Semîha Benek jî, Cejna Newrozê li girseyê pîroz kir û wiha got:"Newroz rewşa biharê ye û cejna azadiyê û aşitiyê ye. Rewşan û Mazlum ji ber azadiya Kurdistanê bedena xwe şewitandin. Ji ber vî yekê îro roja berxwedana gelê Kurd e. Newroz îro bûye sembola aşti û azadiya gelê Kurd."
Piştî axaftinan welatiyan helbestên ji bo Cejna Newrozê amade kirin xwendin. Girseyê li dora agirê Newrozê bi cil û bergên rengê biharê govend gerandin.