Şervanê MLKP’ê Coşkun Înce li Til Temir jiyana xwe ji dest da

MLKP Rojava, diyar kir ku şervanekî wan ê din jî li Rojava jiyana xwe ji dest daye.

MLKP Rojava, diyar kir ku şervanekî wan ê din jî li Rojava jiyana xwe ji dest daye.

MLKP Rojava ya daxuyaniyeke nivîskî weşand got ku li Til Temir a çeteyên DAIŞ’ê êrîş kirin, şervanê MLKP’ê Coşkûn Înce yê bi nasnav Têkoşer Kurdistan jiyana xwe ji dest daye.

MLKP Rojava got, "7’ê Adarê di saetên sibehê de teqez bûye ku rêhavelê me yê bi nasnav Têkoşer Kurdistan ê bi rêhevala me Avaşîn (Ivana Hoffman) re di heman çeperê de bi berxwedaneke canê xwe danîne holê û li hember êrîşên çeteyên DAIŞ’ê li ber xwe didan şehîd ketiye.”

MLKP Rojava diyar kir ku Înce di sala 1988’an de li Qersê hatiye dinyaye ji Cotmeha sala 2014’an ve di nav refên wan de cih girtiye û wiha hat gotin, “Rêhevalê me Têkoşer Kurdistan welatparêzekî Kurd ê sosyalîst hebûna xwe ji bo Kurdistaneke azad û sosyalîst feda kiriye.”

MLKP Rojava herî got, “Em di şexsê rêhevalê xwe Têkoşer de tevayî şehîdên xwe yên sosyalîst bibîr tînin. Ji malbat û xizmên rêhevalê xwe re sersaxiyê dixwazin. Em bang li gelên xwe, karker û kedkaran dikin ku li şervanê egîd ê têkoşîna me ya rûmet û azadiyê xwedî derkevin.”