Li Şengalê 5 çete hatin kuştin
Li Şengalê di çalakiyên li dijî çeteyan de 5 çete hatin kuştin.
Li Şengalê di çalakiyên li dijî çeteyan de 5 çete hatin kuştin.
Li Şengalê di çalakiyên li dijî çeteyên DAIŞ’ê de 5 çete hatin kuştin.
Fermandariya HPG ya Şengalê û Fermandariya Giştî ya YBŞ’ê daxuyaniyek da, diyar ki ku di çarçoveya berxwedana li Şengalê berdewam dike çalakiyên bê navber didomin.
HPG-YBŞ’ê di daxuyaniya xwe de wiha got:
"12’ê Adarê saet li dora 20.00’an çeteyên DAIŞ’ê li derdora Taxa Minare di nava tevgerê de bûn û hêzên me çete hedef girtin. Di vê çalakiyê de 2 çete hatin kuştin.
12’ê Adarê saet li dora 16.00’an li nêzî Girê Şehîd Erdal ê girêdayê Taxa Sûka Jêr ji aliyê çeteyan ve hewldana êrîşa ketinê pêk hatiye. Gerîlayên me yên ku ev ferq kirin çalakiya sabotajê li dijî vê pêk anîn. Di vê çalakiyê de du çete hatin kuştin û yên din paşde vekişiyan.
12’ê Adarê saet li dora 12.00’an de wesayîteke çeteyan li dora Taxa Sûka Jêr di nava tevgerê de bû, ji aliyê hêzên me ve hat derbkirin. Dîsa saet di 15.00’an de gerîlayên me çalakiyek sûîqestê pêk anî û li vir çeteyek hat kuştin.”