Endamê Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Tahsîn Aktî û xebatkarê Şaredariyê Metîn Altindaş ên li Kobanê ji ber teqîna mayînê jiyana xwe ji dest dan, li Wanê bi merasîmeke girseyî hatin oxirkirin.
Endamê Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Tahsîn Aktî û xebatkarê Şaredariyê Metîn Altindaş ên di 8'ê Adara 2015'an de li Kobanê pê li mayîna çeteyên DAIŞ'ê kirin û jiyana xwe ji dest dan, cenazeyên wan li ber Restoranta Hîtît a Wanê ji aliyê konvoyeke ji sedan wesayîtî ve hatin pêşwazîkirin û piştre anîn Parka Newrozê. Li vê derê, di merasîma ku bi qasî deh hezar kes lê amade bûn de, girseya gel cenaze hilgirt ser milan û bi qîrîna dirûşmên "Şehîd Namirin" û "Bijî Serok Apo" bir Goristana Selîm Bey. Di meşa ku wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan lê hatin vekirin de parlamenterên HDP'ê yên Wanê Ozdal Uçer, Aysel Tûglûk, Nazmî Gur, Alîkara Hevserokên DBP'ê Çîmen Işik, Hevserokên DBP'ê yên Wanê Hamiyet Şahîn, parêzer Mîraz Çalli, Hevserokên HDP'ê yên Wanê Veysî Dîlekçî, parêzer Derya Hayva, Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Wanê Bekîr Kaya, Hatîce Çoban, hevşaredarên navçeyan û herêmê, nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl amade bûn.
Li dû deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên azadiyê Serokê MEYA-DER a Wanê Îbrahîm Alkan peyivî û diyar kir ku gel xwedî li şehîdên xwe derketiye. Alkan got, "ji ber vê xwedîderketina li Pirsûsê destpê kir û ji Amedê gihaşt heta Wanê, em ji gelê xwe re spas dikin."
Paşê parlamenterê HDP'ê yê Wanê Nazmî Gur peyivî û got, "Rêhevalên Tahsîn û Metîn, şehîdên Kurdistanê ne, şehîdên azadiya Kobanê ne. Êşa me mezin e, serê tevahiya gelê Kurdistanê û xizmênw an sax be."
Girseya gel piştre çû serdana malbatên Aktî û Altindaş û sersaxî ji wan re xwest.