Venekirina korîdora mirovî ve alîkarî tên astengkirin

Ji bo piştgirî û piştevaniya welatiyên Kobanê welatiyên li Awûstûryayê dijîn li ser navê Komeleya HAWAR'ê TIR'ek ya derman, xurek û gelek pêdiviyên jin û zarokan têde anîn Pirsûs

Ji bo piştgirî û piştevaniya welatiyên Kobanê welatiyên li Awûstûryayê dijîn li ser navê Komeleya HAWAR'ê TIR'ek ya  derman, xurek û gelek pêdiviyên jin û zarokan têde anîn Pirsûsê. Li ser navê heyeta hat bijîşk Bedran Barnas got ku her çiqas berhevkirina alîkariyê zehmet be jî anîna alîkariyê hezar caran zehmetir dibe ji ber ku dewleta Tirkiyeyê gelek hinceta derdixe û hez dike ku alîkarî neyên.

 Ji bo welatiyên Kobanê alîkariya mirovî ya li dewletên Ewropa û gelek dewletên din didome. Welatiyên li Awûstûryayê dijîn ji bo allîkariyê welatiyên Kobanê TIR'ek anî Pirsûsê. Nêzikatiyê dewleta Tirkiyeyê ya li hemberî Kobanê jî carek din xwe da xuyakirin ku dewleta Tirkiyeyê hez nake alîkariyê bigihijin welatiyên Kobanê. Di nava alîkariya wan de gelek cureyên dermana, 5 hezar û 500 karpet, xurek, pêdiviyên jina û zarokan hene. Li ser navê heyetê bijîşk Bedran Barnas axivî û got ku alîkariya wan ne bi tenê bi destê wan hatiye berhevkirin, her wiha hem welatiyên Ewropayê hem jî welatiyên Awûstûryayê bi awayekî baldar ve nêzî xebata wan bûne û bi piştgiriya wan ve ev alîkariye hatiye topkirin.

'BERHEVKIRIN ZEHMETE LÊ ANÎN HEZARAN CARAN BÊHTIR ZEHMETE'

Barnas da zanîn ku  dema ku alîkariyê di anîn gelek zehmetiyan dibînin û axaftina xwe wiha domand: " Berhevkirina alîkariyê zehmete lê anîna alîkariyê bi sedan caran bêhtir ji bo me dibe zehmet. ji bo ku em alîkariyê ne anîn bi hezaran hincetan derdixin. Mînak ew TIR'a me îro anî ji me re di gotin ez nizanim saet çendê heya çendê têketina TIR'an qedexeye. Pêdiviya van astengiya tine ye. Ji ber ku li vê derê welatiyan çi tişt tine ye. Ne pêlav heye, ne karpet heye û hewd. ango em fêm nakin çima astengiyê derdixin? yan hez dikin ku vê rewşê îstîsmar bikin. Armanca wan çiye? dibêjin ku bila alîkarî ji bo welatiyên Kobanê neyên."

'PROJEYEKÊ ME YA NEXWEŞXANEYÊ HEYE'

Der barê şandina alîkariya Kobanê de jî Barnas axivî û da zanîn ku hez dikin ku alîkariya xwe bibin Kobanê jî û ev jî ji ber astengkirina dewletê  pir zehmet dibe û wiha axivî: " Li Kobanê kevir nemaye li ser kevirekî. Her çiqas Kobanê ji van Misilmanên dexel hatibe paqijkirin jî lê derfetên ku welatiyên li Kobanê dijîn yên cihê raketinê jî tinene. Her wiha projeyeka me heye em hez dikin li Kobanê em nexweşxaneyekê vekin lê em ê çawa çêbikin, tiştên xwe çawa bibin em nizanin. Hemû cih girtine. Gor hevokan dewletên li derdorê jî hemû misilmanin lê ev tiştê tê kirin ne di ola misilmanitiyê de heye ne jî ji mirovahiyê tê. Ev tişte bi rastî ji kesê ku bêje ez mirovim nayê ev ne karê mirovane.

'DIVÊ DEMILDEST KORÎDORA MIROVÎ BÊ VEKIRIN'

Barnas di axavtina xwe de balkişand ser korîdora mirovî û diyar kir ku divê demildest korîdorek ya mirovî bê vekirin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "  Cihan hemû dizane ku ev kesên ev bûyera ewqas mezin serî da hatî pêdiviya alîkariya mirovahiyê heye ma qey ev mirove ni zanin? Divê ku demildest korîdora mirovî bê vekirin ji ber ku ev tişt ne li hemberî bîrdoziyekê, olekî tê vekirin ji bo alîkariya mirovên neçare. Ji bo nevekirina korîdora mirovî tu sedem tunene û divê ku hemû kes ji bo vekirina korîdorê bibe alîkar. Em bang li hemû kesî dikin ku bila derbarê alîkariyê de hinek baldar bin û li hemberî van mirovên hov yên ku serê mirovan jê dikin bila bertekên xwe nîşanî bidin û derfetê ne din wan. Divê ku ev kesê ne bi tenê li vir li hemû cihanê de evê bên girtin û bên cezakirin. Diçin hinek dewletan wekî mirovên bi qedir tên pêşwazîkirin ev jî tê wateya şirîkatiya wê hovitiyê."