KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Işiklar ê HPG'yî li warê xwe hat veşartin
Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Mehmet Işiklar (Berxwedan Varto) ê li Şengalê jiyana xwe ji dest da, bi merasîma bi beşdariya bi hezaran kesî, hat veşartin. -
Li Qoserê çalakiyên 8'ê Adarê dewam dikin
KJA, di çarçoveya çalakiyên 8'ê Adarê de ji bo alîkariya madî bide karê ji nû ve avakirina Kobanê kermes organîze kir. -
Jinên Kobaniyî li Pirsûsê 8'ê Adarê pîroz kirin
Li navçeya Riha Pirsûsê, aktîvîteyên 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê bi çalakiya li Wargeha Kader Ortakaya destpê kirin. Di şahiya ku bi sedan jin lê amade bûn de şervanên YPJ'ê yên şoreşa Rojava kirin şoreşa jinê, hatin silavkirin. -
Cenazeyê şervanê YPG'ê Aksoy li Dêrikê hat veşartin
Cenazeyê şervanê YPG'ê Mehmet Şerîf Aksoy bi nasnav Cûdî Dêrik ê li Kobanê jiyana xwe ji dest da li Dêrika Çiyayê Mazî ji aliyê hezaran kesan ve hate definkirin. -
Li Elmanyayê bi hezaran mamoste ketin grevê
Li gelek eyaletên Elmanyayê îro li ser banga sendîkaya GEW bi hezaran mamoste bi daxwaza ji nû ve sererastkirina mafên teqawîtiyê û zêdekirina heqdestan, ketin grevê. Ji ber grevê gelek polên dibistanan vala man. -
Bariş Çinar ê YPG’î hat definkirin
Cenazeyê şervanê YPG’î Bariş Çinar ê di parastina Kobanê li dijî DAIŞ’ê jiyana xwe ji dest da, li Amedê hate definkirin. -
Li Til Hemîs û Til Temirê pêşveçûna YPG/YPJ'ê dewam dike
Di çarçoveya operasyona rakirina gefa DAIŞ'ê ya li ser Kantona Cizîrê de, herêma di navbera Til Hemîs û Til Berakê bi temamî ji çeteyan hatin paqijkirin. Li Til Temirê jî 6 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin. -
YPG: Li Kobanê yek jê serçete 15 çete hatin kuştin
Di roja 169. a berxwedana Kobanê de, ku di asta serketinê de dewam dike, gundek hat rizgarkirin û yek jê serçete 15 çete hatin kuştin. -
Midyadiyên li Elmanyayê diyar kirin ku ew ê destekê bidin HDP'ê
Midyadiyan bi civîneke li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a li bajarê Dortmundê de biryar dan ku xwe bi şêweyê Meclîsê birêxistin bikin û destnîşan kirin ku ew ê di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de destekê bidin HDP'ê. -
Welatparêzê Kurd Alî Aslan ji ber kanserê jiyana xwe ji dest da
Welatparêzê kedkar ê Kurd Alî Aslan ku di destpêka salên 90'î de ji ber zilm û zora rejîma Tirk koçî Swêdê kiribû, li paytexta Swêd Stockholmê, di encama nexweşiya kanserê de jiyana xwe ji dest da. -
Li Şengalê 2 çete hatin kuştin
Li Başûrê Kurdistanê bajarê Şengalê, di şerê navbera hêzên HPG û çeteyên DAIŞ'ê de 2 çete hatin kuştin. -
Girtiyên PKK û PAJK'î: Em ê girtiyên zarok bi tenê nehêlin
Girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê yên li girtîgehên Kiriklar F1, F2, Şakran-Jin, Şakran T2, T3, T4 tên ragirtin, bi rêya malbatên xwe nerazîbûn nîşanî tecawiz û îşkenceyên li girtîgehan dan. -
Cenazeyê Ozer a YPJ'yî ber bi Rihayê ve hat birêkirin
Cenazeyê şervana YPJ'ê Pinar Ozer (Şîn Semsûr) a di berxwedana li hemberî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da, ber bi Rihayê ve hat birêkirin. -
Li Dêrsimê piştgiriya ji bo Rojava dewam dike
Li Buroya Piştevaniyê ya bi pêşengiya Şaredariya Dêrsimê hat vakirin, xebatên ji bo piştgirîdayîna gelê Şengal û Kobanê dewam dikin. -
Berxwedêr di roja 170. de hatin silavkirin
Şervanên YPG/YPJ'ê yên li bejahiya Kobanê dawî li DAIŞ'ê tînin, ji aliyê girseya gel a li ser sînorê Pirsûsê nobedê digire ve di roja 170. de hatin silavkirin. -
Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Gevleborgê kongreya xwe lidar xist
Kurdistaniyên li bajarê Swêd Gevle û derdora wê dijîn, di dawiya vê hefteyê de kongreya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Gevelborgê lidar xistin û rêveberiya xwe ya nû hilbijartin. -
KCD: 10 xal ji bo çareseriyê derfeta nû ye
Hevserokên KCD’ê diyar kirin ku bi metna pêşnûmeya ku wek 10 xalan der barê çareseriyê de ji aliyê Birêz Ocalan ve hatiye pêşkêşkirin derfetek nû afirandiye û da zanîn ku pêvajoya çareseriyê ketiye asteke girîng û krîtîk. -
Kalkan: Rojeva bingehîn 10 xalên muzakereyê ye
Dûran Kalkan: Di daxuyaniya heyeta HDP'ê de 10 serenavên muzakereyê hebûn ku hinekî li ser li hev hatiye kirin û eger nava wan bê dagirtin wê Tirkiyeyê demokratîk bikin, pirsgirêka Kurd çareser bikin. Ya esasî ew e, rojev niha ev e. -
Li derdora Kobanê 15 çete hatin kuştin
Li rojava û rojhilatê Kobanê di encama çalakiyên YPG/YPJ'ê de 15 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin. -
'Êzidî dizanin wê ji kê bawer bikin'
Şengaliyê bi navê Îdo Seydo Hisên ê 65 salî, ji kampa Çemişko ya Zaxoyê hat û tevlî refên YBŞ'ê bû. Hisên tevî emrê xwe yê dirêj jî, ji bo li dijî çeteyên DAIŞ'ê şer bike çû eniya herî pêş a Şengalê. -
YPG/YPJ'ê berê tivingên xwe dan Cerablûsê
Hêzên YPG/YPJ'ê yên gundên Zaret û Zormixar ên li rojavayê Çemê Firatê azad kirin, dest bi şopandina bajarê Cerablûsê yê li aliyê din ê çem kirin, ku çete wê derê ji bo xwe weke baregehê bikar tînin. -
KNK: Dora gavavêtinê ya hikûmetê ye
KNK'ê, daxuyaniya heyeta HDP'ê û hikûmetê ya aşkerakirina 10 xalên pêşnûmeya muzakereyê weke naskirina 'realîteya Kurd' ji aliyê dewletê ve pênase kir û got, "Tevgera Azadiyê hemû berpirsyariyên xwe bicih anî. Dora gavavêtinê ya hikûmetê ye." -
'Tirkiye dixwaze li Kobanê tevlîheviyê çêbike'
"Tirkiye bi pêşîvekirina li vegera girseyî ya Kobaniyan a bêkontrol re dixwaze li Kobanê rê li ber tevlîheviyê veke." -
Li sînorê Kobanê gundê bi komunê tê rêveberin
Kobanê ya ku bi berxwedana xwe gihişt azadiya xwe, bû wesîleya avêtina tovên jiyana nû ya li gundê Miseynterê ya li sînorê Pirsûsê ye û nobeta sînor lê didome. -
Li Zaretê yekîneyên parastina cewherî hatin avakirin
Li dû azadkirina gundê Zaretê, ku li pêşberî bajarê Cerablûsê ye, şêniyên herêmê li hemberî êrîşên gengaz ên çeteyan yekîneyên xwe yên parastina cewherî ava kirin û berê tivinga xwe dan Cerablûsê.