Cenazeyê Ozer a YPJ'yî ber bi Rihayê ve hat birêkirin

Cenazeyê şervana YPJ'ê Pinar Ozer (Şîn Semsûr) a di berxwedana li hemberî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da, ber bi Rihayê ve hat birêkirin.

Cenazeyê şervana YPJ'ê Pinar Ozer (Şîn Semsûr) a di berxwedana li hemberî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da, ber bi Rihayê ve hat birêkirin.

Cenazeyê şervana YPJ'ê Pinar Ozer (Şîn Semsûr) a li gundên Bexdik û Îdaniye yên Kobanê, di berxwedana li hemberî êrîşa bi tankan a çeteyan de jiyana xwe ji dest da, ji aliyê malbatê û rêveberên MEYADER'ê ve ji Deriyê Sînor ê Kobanê ay Serxetê (Murşîtpinar) ji rayedarên kantonê hat wergirtin. 

Cenaze li Girtîgeha Dewletê ya Pirsûsê bi dirûşmên "Şehîd Namirin" û "Bijî Serok Apo" hat pêşwazîkirin û bi qîrîna dirûşmên "Bijî Berxwedana YPJ'ê" ji Saziya Tipa Edlî ya Rihayê re hat şandin.

Piştî otopsiyê wê cenaze li Goristana Bekîr Dede ya Taxa Çîlek a Navçeya Mersîn Akdenîzê sibehê saet di 10:00 de bê veşartin.