Kalkan: Rojeva bingehîn 10 xalên muzakereyê ye

Dûran Kalkan: Di daxuyaniya heyeta HDP'ê de 10 serenavên muzakereyê hebûn ku hinekî li ser li hev hatiye kirin û eger nava wan bê dagirtin wê Tirkiyeyê demokratîk bikin, pirsgirêka Kurd çareser bikin. Ya esasî ew e, rojev niha ev e.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan got, "Di daxuyaniya heyeta HDP'ê ya 28'ê Sibatê de, 10 serenavên muzakereyê hebûn ku hinekî li ser li hev hatiye kirin û eger nava wan bê dagirtin wê Tirkiyeyê demokratîk bikin, pirsgirêka Kurd çareser bikin. Ya esasî ew e, rojev niha ev e."

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan di bernameya Polîtîk Alan a MED NÛÇE de bersiv da pirsên rojnamevan Ersîn Çelîk û der barê bûyer û qewimînên di rojevê de daxuyaniyên girîng da.

Kalkan hostayê mezin ê wêjeyê Yaşar Kemal bi rêzdarî bibîr anî, sersaxî ji mirovahiyê re xwest û got, "Bi hewldanên giranbuha yên mirovên mezin ên mîna Yaşar Kemal civak gihaştiye vê astê. Bi Rêber Apo re di nava ahengiyekê de bû." Kalkan destnîşan kir ku Yaşar Kemal wê di têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd de û di meşa demokratîk a civaka Tirkiyeyê de heta hetayê bijî.

'YA HAT KIRIN BEYANA NIYETÊ YE'

Kalkan daxuyaniya hevpar a heyeta HDP'ê û rayedarên Hikûmeta AKP'ê li Qesra Dolmabahçeyê weke asta bi têkoşîneke demdirêj hatiye bidestxistin bi nav kir û got, "Aliyê herî şênber ê di daxuyaniyên heyî de;  rewşa 'bêpevçûniya qewimîn' e." Kalkan axaftina xwe wiha dewam kir: "Ji bo pêvajoyê, gaveke girîng û cidî ye. Lê ji ber xwe ve, bêyî têkoşîn û hewldanê, ev rewş derneketiye holê. Divê qîmetê keda Rêber Apo ya bi sebir û hewldaneke awarte were dîtin. Di rewşa heyî de hewldana diyarker a Rêber Apo ye. Gelekî watedar e, lê belê Rêber Apo jî anî ziman, cewhera vê yekê ew e ku bi tenê beyana niyeteke dîrokî ye. Divê ev niyet rasteqîn bibe. Ji bo vê jî ya divê were kirin heye. Pêwîste ew bê dîtin û li gorî wê tevgerek were nîşandan. Naxwe, di rewşa heyî de ya şênber rewşa 'bêpevçûniya qewînkirî' ye."

Kalkan da zanîn ku ji ber helwesta AKP'ê pêvajo ketibû rewşeke xetere û got, "Li ber bidawîbûnê bû. Helwesta li Dolmabahçeyê bi daxuyaniyê re ji aliyê Rêber Apo û hikûmeta AKP'ê ve hat nîşandan tê wê wateyê ku pêvajoya bêpevçûniyê wê heta hilbijartinan dewam bike."

'PÊKANÎN PÊKANÎN PÊKANÎN'

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan diyar kir, ku rastî pratîkkirin û pêkanîne û got, "Em ji vê re dibêjin 'pêkanîn pêkanîn pêkanîn'. Yanî ya ku pêwîstiya civaka Tirkiyeyê pê heye, pêşkêşkirina ji civakê re ye. Lê belê hin helwest, nîqaş gelekî teng in, ji hedefê gelekî dûr in, vala û hewldanên ji bo afirandina bendewariyên bê wate ne. Divê her kes di vî warî de hişyar û hestyar be."

'10 XAL ROJEVA SEREKE YE'

Kalkan da xuyakirin, ku bêyî derengmayînê divê nîqaş li ser 10 xalan bên destpêkirin û ev yek destnîşan kir: "Dibêjin 'pirsgirêk biçekbûyîna PKK'ê ye'. Ev pirsgirêk jî ji ber bêdemokrasiyê derket holê. Hebûna pirsgirêka Kurd, cihêkarî, zextan ev pirsgirêk afirand. Niha eger ev hemû ji holê bên rakirin, demokratîkbûyîn pêk were, ji bo çareseriya pirsgirêkan nêzîkatiyeke demokratîk were nîşandan, wê li ser vê bingehê hemû pirsgirêk çareser bibin. PKK'ê her tim diyar kir ku ew ji çareseriyeke bi vî rengî re amade ye, aktor û hêzeke bingehîn a vê çareseriyê ye, di vê mijarê de heta dawiyê bi biryar û daxwaze. Lewma divê hedef neyê şaşkirin, rastî neyê berevajîkirin. Dema ev nîqaş hatin meşandin her tim ev hat gotin, 'Divê mirov karê dawî nekin destpêk, ê destpêkê jî neke yê dawî'. Ev tê çi wateyê? Tê wê wateyê, ku ji bo çareserkirina pirsgirêkên demokratîkbûyînê divê gav werin avêtin, divê mirov bibin xwedî zîhniyeteke demokratîk û polîtîkayên demokratîk hilberînin, demokratîkbûyîneke xurt biafirînin. Di daxuyaniya heyeta HDP'ê ya 28'ê Sibatê de, 10 serenavên muzakereyê hebûn ku hinekî li ser li hev hatiye kirin û eger nava wan bê dagirtin wê Tirkiyeyê demokratîk bike, pirsgirêka Kurd çareser bike. Ya esasî ew e, rojev niha ev e. Bi nîqaşkirina van û li ser bingeha dagirtina hundirê vê yekê re, divê pirsgirêkên din werin çareserkirin. Teahuteke bi vî rengî çêbû, beyana niyetê li ser vê bingehê hat kirin. Rêber Apo dema ev pêvajo bi pêş xist goti 'hevdemî', yanî di heman demê de hemû alî wezîfeyên xwe bicih bînin, gavan biavêjin.

Niha der heqê me de nîqaş tên kirin, daxwaz tên kirin. Rêber Apo jî beyana niyetê kir. PKK ji xwe ji 2'ê Tebaxa 1999'an û vir ve pêvajoyeke bi vî rengî bi pêş xist. Beriya wê di 1'ê Îlona 1998'an de gaveke bi heman rengî avêtibû. Atmosfereke welê tê afirandin ku mîna ku PKK'ê qet gaveke bi vî rengî neavêtiye, li dijî vê yekê. Ev nêzîkatî ne rast e. Kesek vê nabêje: 'PKK ne alîgirê çareseriya demokratîk e, PKK ne alîgirê aştiyê ye...' Rêber Apo heta dawiyê nûnerê aştî û demokrasiyê ye. Pêşengê çareseriya demokratîk, afirînerê felsefe, teoriya demokasî, aştî û azadiyê ye. PKK û tevahiya gelê Kurd jî xwe li gorî vê felsefe û teoriyê perwerde kir. Lewma hewldanên tevlîhevkirina PKK'ê bêwate ne, pûç in û derbasdar nîne. Ya rast ew e ku pirsgirêkên demokratîkbûyînê were nîqaşkirin e. Xûsûsa esasî ev e. Gelekî girîng e ku ev 10 xal bêyî derengmayînê bê nîqaşkirin, nekin qurbanê hilbijartinê, nêzîkatiyeke erzan neyê nîşandan û bi hesabên erzan ên dengwergirtinê neyê astengkirin."

'DIVÊ RÊBER APO KARIBE BI RÊXISTINÊN RE TÊKILIYÊ DEYNE'

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan da xuyakirin ku weke tevger û gel ew her tim li ser şopa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan in û got, "Duh jî bi vî rengî bû, wê sibê jî nêzîkatiya me bi vî rengî be. Afirînerê vê pêvajoyê Rêber Apo ye. Lê çi bû? Daxuyaniyeke ji du hevokan hat dayîn. Sirri Sureyya Onder bi du hevokan daxuyaniya Rêber Apo ragihand. Bi rêya kesekî din re, bi du hevokan re wê çawa karibe pêvajoyê bimeşîne? Wê çawa karibe pêvajoyeke bi vî rengî rê li ber çareseriyê veke. Mînak; em niha nizanin Rêber Apo rewş bi çi rengî nirxandiye, nîqaş hînê negihaştine me. Bi tenê bi hevdîtina heyetekê re ev nabe. Dibêjin; bila gotinekê bêje hemû gel bikeve rêzê, gerîla bikeve rêzê, her kes welêt biterikîne û biçe. Ev wiha nabe, eger mirov fêm bike wê vê bike. Wê demê divê Rêber Apo bi xwe vê yekê ji gerîla re bêje, ji partiyê re bêje, ji gel re bêje. Eger ew bi xwe nebêje, wê çawa karibe bandorê li wan mirovan bike û berê wan bide hin tiştan. Bi rastî jî em nizanin ka Rêber Apo rewşê çawa dinirxîne. Çend têgîn hatin ragihandin, ji bilî wê em nizanin çi difikire. Lê divê em zanibin. Divê karibe bi rêxistinê re têkiliyê deyne, pê re biaxive."

'TIL HEMÎS SERKETINA GELAN E'

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan têkoşîn û serketina şervanên YPG/YPJ'ê ya li gelemperiya Rojavayê Kurdistanê li dijî çeteyên DAIŞ'ê nirxand û got, "Beriya her tiştî serketina YPG/YPJ'ê ya Til Hemîsê pîroz dikim, hemûyan silav dikim û ji wan re hîn bêhtir serketinê dixwazim. Zêdebûna serketina Til Hemîs li serketina Kobanê, bi rastî jî li hemberî faşîzma DAIŞ'ê tê wateya pêngava serketineke mezin a gelan û mirovahiyê. Serketina Kobanê jî, serketina Til Hemîsê jî serketina gelan e, serketina mirovahiya azad e. Serketina vîn û baweriyê ye. Serketina dildariya jiyana azad e. Bêguman serketina xeta Rêber Apo, serketina nêrîn û pêşdîtina rast e."

Kalkan ragihand ku serketin û destketiyên têkoşîna li Rojava wê di pêşeroja Sûriyeyê de bibin model û ev nirxandin kir:

"Di serketina Til Hemîsê de -Li Kobanê jî gelan bi hev re li ber xwe dan- ji Ewropayê heta Awûstûralyayê tevlîbûn hebû, Ereb tevlî bû, Suryanî, Ermenî, Kurd, Tirkmen hemû bi hev re tevlîbûn. Xuyaye PKK bi çeka xwe be jî be jî mozaîka gelan, mirovên ji her gelî, li ser bingeha pîvanên jiyana demokratîk û azad di asta herî bilind de dike rêheval, yekîtiyê diafirîne. Di kesayetiya enternasyonalîstê şoreşger ê mezin ê Awûstûralyayî ez hemû şehîdên leheng ên vê têkoşînê bi rêzdarî û mînetdarî bibîr tînim. Di vê demê de li hemberî hin gundên Suryaniyan êrîşa çeteyan çêbû, komkujî hatin kirin. Êşa wan parve dikim.

Di demeke nêz de encamên vê têkoşîn û serketinê wê bi awayekî xurt û baştir bandorê li tevahiya civakên Rojhilata Navîn bike. Bi rastî jî qadeke lê modela jiyana bi hev re ya li ser bingeha pîvanên demokrasî û azadiyê li Rojhilata Navîn derket holê. Rewşa Cizîrê niha ev e.

Gefa faşîzma DAIŞ'ê ya li ser Rojava êdî gelekî qels bû, hat şikandin. Lewma DAIŞ têk çûye.

Her wiha modela Sûriyeya demokratîk hat afirandin. Li Kobanê pêvajoya ji nû ve avakirinê tê destpêkirin. Serketin bi encam bûye. Weke serketina Sûriyeya Demokratîk dewam dike. Cizîr bi serketina Til Hemîsê re gihaşt asteke girîng. Sûriyeya Demokratîk teşe digire, ya rast sîstemeke demokratîk a ji bo Sûriyeyê wê bibe model derdikeve holê. Bi dîtina min divê her kes bi baldarî li vê temaşe bike û destekê bide."