Li navçeya Riha Pirsûsê, aktîvîteyên 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê bi çalakiya li Wargeha Kader Ortakaya destpê kirin. Di şahiya ku bi sedan jin lê amade bûn de şervanên YPJ'ê yên şoreşa Rojava kirin şoreşa jinê, hatin silavkirin.
Bi sedan jinên beriya mîtînga mezin a Mehserê li Wargeha ji Konan a Kader Ortakaya hatin cem hev, şervanên YPJ'ê yên navê xwe li berxwedana Kobanê kirin, silav kirin. Li Wargehê bi beşdariya bi sedan jinên ji hemû wargehan, 8'ê Adarê bi şahiyekê hat pîrozkirin. Li qada pîrozbahiyê pankartên bi nivîsa "Jina azad, jiyana azad e", "Bijî Berxwedana YPJ'ê, "Jinê şer dikin azad dibin, jinên azad dibin xweşik dibin, jinên xweşik dibin tê hezkirin" hatin daliqandin.
Di çalakiyê de li ber sirûda "Çerxa Şoreşê deqeyek rêz hat girtin. Mamosteya li mamoste Feviye Ebdî, mamoste Zozan Bekir û Mamoste Nesrîn Kenan ên li wargehê ji zarokên Kobanê re perwerdeya bi zimanê dayikê didin axivîn. Dûre şagirtên navenda çandê ya wargehên Kader Ortakaya û Arîn Mîrxan hunera xwe ya bi erbaneyê pêşkêş kirin. Li dû helbestên ji aliyê zarokên Kobaniyî ve hatin xwendin, bi sedan jinî li dora stranên Koma Ronahî ya muzîkê govend gerand.