Li Zaretê yekîneyên parastina cewherî hatin avakirin
Li dû azadkirina gundê Zaretê, ku li pêşberî bajarê Cerablûsê ye, şêniyên herêmê li hemberî êrîşên gengaz ên çeteyan yekîneyên xwe yên parastina cewherî ava kirin û berê tivinga xwe dan Cerablûsê.

Li dû azadkirina gundê Zaretê yê li pêşberî baregeha çeteyan Cerablûsê ye, gundiyên li cih û warên xwe vegeriyan hêzên xwe yên parastina cewherî ava kirin. Gundê Zaretê yê 40 kîlometre dûrî bajarê Kobanê ye û li qiraxa Çemê Firatê ye, ji bo çeteyên dixwestin ji aliyê rojava ve xwe berdin nava Kantona Kobanê nuqteyeke stratejîk e. Bi operasyona pêr a hêzên YPG/YPJ'ê re gund hat azadkirin. Zaretiyên li gundê xwe vegeriyan, bi pêşengiya YPG/YPJ'ê re di parastina cewherî ya gundê xwe de cih girtin.
RÊ LI DAIŞ'Ê GIRTÎ YE
Bekirê Hemê yê 53 salî ku ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê neçar ma koçî bajarê Dîlokê bike û bi azadbûna gund re vegeriya got, "Li dû azadkirina gund, li ser banga hêzên YPG/YPJ'ê, ji bo di parastina cewherî ya gund de cih bigirim, ez hatim."
Bekirê Hemê bal kişand ser hovîtiya DAIŞ'ê li gundê wan kiriye û got, "Deriyê hemû malên li gund şikandine û avêtine derve. Hemû alavên li nava malan ji hev belav kirine û yên kêrhatî dizîne." Bekirê Hemê anî ziman ku bi qasî 100 wesayîtên li gund ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hatine dizîn û got, "Ji bo ev çete careke din cih û warên gel talan nekin, tevî vî emrê xwe jî ez ê li gel hêzên YPG/YPJ'ê tevbigerim."