YPG/YPJ'ê berê tivingên xwe dan Cerablûsê
Hêzên YPG/YPJ'ê yên gundên Zaret û Zormixar ên li rojavayê Çemê Firatê azad kirin, dest bi şopandina bajarê Cerablûsê yê li aliyê din ê çem kirin, ku çete wê derê ji bo xwe weke baregehê bikar tînin.
Hêzên YPG/YPJ'ê yên gundên Zaret û Zormixar ên li rojavayê Çemê Firatê azad kirin, dest bi şopandina bajarê Cerablûsê yê li aliyê din ê çem kirin, ku çete wê derê ji bo xwe weke baregehê bikar tînin.
Hêzên YPG/YPJ'ê yên gundên Zaret û Zormixar ên li rojavayê Çemê Firatê azad kirin, dest bi şopandina bajarê Cerablûsê yê li aliyê din ê çem kirin, ku çete wê derê ji bo xwe weke baregehê bikar tînin. Ji fermandarên operasyona eniya rojava ya li gundê Şêxlerê birêve dibe Şivan Feraşîn got, "Di projeya jiyana bi hev re ya gelan de ku hevalên me di oxira wê de jiyana xwe ji dest didin, azadkirin û parastina qadên jiyanê yên gelên Kurd, Ereb, Ermenî û Suryanî, li ser me ferz e."
Li dû azadkirina navenda bajarê Kobanê, operasyonên azadkirina gundên Kantonê gav bi gav bi azadkirina gundan dewam dikin. Hêzên YPG/YPJ'ê yên hema hema hemû gundên Kantona Kobanê azad kirin, li gelek deveran xeta beriya êrîşên DAIŞ'ê derbas kirin.
HÊZÊN YPG/YPJ'Ê YÊN XWE GIHANDIN ÇEMÊ FIRATÊ, CERABLÛSÊ DIŞOPÎNIN
Hêzên YPG/YPJ'ê yên li eniyên rojhilat û başûr bi pêş ve diçin, xwe gihandin Çemê Firatê. Bi operasyonên pêr destpê kirin re hêzên YPG/YPJ'ê gundên Zaret û Zormixar ên li pêşberî bajarê Cerablûsê azad kirin û dest bi şopandina Cerablûsê kirin. Li dû azadkirina gundên Zaret û Zormixarê çete li gundê Şêxlerê asê man û hêzên YPG/YPJ'ê jî ji bo azadkirina vî gundî dest bi êrîşên berfireh kirin.
'YPG/YPJ PARÊZVANÊN GELAN E'
Ji fermandarên YPG'ê yên li vê eniyê Şivan Feraşîn da xuyakirin, ku li gorî esasên Şoreşa Rojava ku şoreşa gelan e, ew ê ji bo paqijkirina xaka gelên Kurd, Ereb, Ermenî û Suryanî ji çeteyên DAIŞ'ê operasyonên xwe dewam bikin. Feraşîn da zanîn ku şervanên YPG/YPJ'ê ne tenê gelê Kurd, ji bo azadiya tevahiya gelên li Sûriyeyê têdikoş in û got, "Ji bo azadkirina qadên jiyana azad a bawerî, ziman û ola gelan, pêngava me wê bi hemû hêza me dewam bike."
'EM Ê TOLA ŞEHÎDAN HILÎNIN'
Feraşîn diyar kir ku li gelek herêman ew ji xeta beriya êrîşên DAIŞ'ê derbas bûne û got, "Me xaka xwe ya terorîstên DAIŞ'ê talan kiribû, rizgar kir. Ji niha û pê ve jî ji bo hilanîna tola hevalên xwe yên şehîd ketine em ê operasyonan pêk bînin."
Feraşîn axaftina xwe wiha dewam kir: "Di projeya jiyana bi hev re ya gelan de ku hevalên me di oxira wê de jiyana xwe ji dest didin, azadkirin û parastina qadên jiyanê yên gelên Kurd, Ereb, Ermenî û Suryanî, li ser me ferz e. Eger pêwîstî bi rijandina xwîna me hebe wê birije, lê belê ti hêz wê nikaribe me ji vê hedefê vegerîne."