Midyadiyên li Elmanyayê diyar kirin ku ew ê destekê bidin HDP'ê

Midyadiyan bi civîneke li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a li bajarê Dortmundê de biryar dan ku xwe bi şêweyê Meclîsê birêxistin bikin û destnîşan kirin ku ew ê di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de destekê bidin HDP'ê.

Midyadiyan bi civîneke li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a li bajarê Dortmundê de biryar dan ku xwe bi şêweyê Meclîsê birêxistin bikin û destnîşan kirin ku ew ê di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de destekê bidin HDP'ê.

Tahîr Koçer di axaftina xwe ya li civînê de diyar kir ku ji bo netewebûyîna demokratîk girîng e li her qadê rêxistinbûyîn hebe û bal kişand ser rewşa pir zimanî û pir olî ya Mîdyadiyan. Koçer da zanîn ku ew bibin xwedî rêxistinbûyîneke tevahiya beşên civakê hembêz bikin.

'EM Ê SEFERBERIYA RÊXISTINBÛYÎNÊ BIDIN DESTPÊKIRIN'

Koçer got, "Nayê qebûlkirin ku cihekî weke Mîdyadê yê diyarê ziman û olan e, ji aliyê partiyên sîstemê ve were birêvebirin" û axaftina xwe wiha dewam kir: "Bi Meclîsa Mîdyadiyan a li dîasporayê re me ê seferberiya rêxistinbûyînê bidin destpêkirin û bi projeyan re rêveberiyeke alternatîf derxînin holê."

MECLÎSA JI 33 KESAN

Li dû nîqaşên berfireh Meclîsa Mîdyadiyên li Ewropayê ya ji 33 kesan û komîsyonên wê hatin avakirin.

BIRYARA DESTEKKIRINA HDP'Ê

Di encama civînê de biryar hat dayîn ku di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de destek ji HDP'ê re were dayîn û xebateke berfireh di vî warî de li Ewropayê bê meşandin. Her wiha biryar girtin ku bi taybetî li gelek herêmên Elmanyayê civînên Midyadiyan ji bo destekkirina HDP'ê werin lidarxistin.