Girtiyên PKK û PAJK'î: Em ê girtiyên zarok bi tenê nehêlin

Girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê yên li girtîgehên Kiriklar F1, F2, Şakran-Jin, Şakran T2, T3, T4 tên ragirtin, bi rêya malbatên xwe nerazîbûn nîşanî tecawiz û îşkenceyên li girtîgehan dan.

Girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê yên li girtîgehên Kiriklar F1, F2, Şakran-Jin, Şakran T2, T3, T4 tên ragirtin, bi rêya malbatên xwe nerazîbûn nîşanî tecawiz û îşkenceyên li girtîgehan dan.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku bi nivîseke navbera Midûrê Girtîgeha Zarokan a Şakranê û wezîfedarekî de, tecawizkirina girtiyên zarok ku bi salane em dizanin lê her carê hat înkarkirin û dadgeriyê ser nixumand, careke din bi belgeyan derket holê. Her wiha bi rêya çapemeniyê hat ragihandin ku li girtîgehên Wan û Mûglayê jî rewşên bi heman rengî hene."

Girtiyan êrîşên bi heman rengî yên di demên dawî de, bibîr xistin:

"Em vê yekê gelekî aşkera ji Girtîgeha Pozanti dizanin. Li wê derê jî zarok rastî tecawizê hatin, zext û îşkence li wan hat kirin û dema raya giştî bi rewşê hesiya, girtîgeh hat valakirin û zarok ji Girtîgehên Zarokan ên Şakran-Îzmîr û Sîncan-Enqereyê re hatin şandin. Di rojên ku bûyerên tecawizê yên li Şakranê di çapemeniyê de cih girtin, dozên li hemberî personelên ji ber pêkanînên xerab û îstîsmara zayendî ya li Pozanti der heqê wan de lêpirsîn hat vekirin, hat girtin. Bi vî rengî careke din kevneşopiya bêcezahiştinê bicih hat anîn."

'MEJIYÊ KUJERÊ OZGECAN Û YÊN TECAWIZÎ ZAROKAN DIKE WEKE HEV E'

Di dewama daxuyaniyê de hat ragihandin ku li naverastê pirsgirêkeke cidî û bingehîn a sîstem û zîhniyetê heye û hat destnîşankirin ku mejiyê kujerên Ozgecan Aslan û yên 'di bin ewlekariya dewletê de' tecawizî zarokan dikin, weke hev e.

Girtiyan bal kişandin ser zîhniyetê "Jin jî be zarok jî be ya pêwîst wê were kirin" û gotin: 

BANGA LI RAYA GIŞTÎ

"Jin tên qetilkirin, ji xwe mejiyê dewleta bi zîhniyeta mêr dizane wê ji aliyê jinê ve were hilweşandin. Lewma bi awayekî bê exlaqî tecawizî zarokan dikin, pêşeroja ronî û bi dengê geş dixwaze ji niha ve tarî bike. Yanî ya ku dixwaze tarî bike, civaka ronî bi xwe ye. Dewlet dixwaze li ser beden, ruh, kesayet û nasnameyê bi awayekî bê sînor desthilatdar be. Nikare xwe li mezinbûna zarokên xwedî teheyula pêşerojê rabigire.

Em ê zarokên xwe yên ji aliyê dewletê ve hatine qetilkirin û rastî tecawiza dewletê hatine tin carî bi tenê nehêlin. Ji bo girtina zîndanên rûmet şikandinê, ku jê re 'girtîgehên zarokan' tê gotin, bi biryardarî em ê li ber xwe bidin. Di vê mijarê de em banga hestyariyê li raya giştî dikin ku ji bo teşhîrkirina rûyê tarî yê dewletê bikeve nava hewldanan."