KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
‘Em ji bo Suryaniyên dîl hatine girtin piştgiriyê dixwazin’
Metropolîtê Keşîşxaneya Mor Gabrîel û Turabdîn Mor Tîmotheos Aktaş êrîşên DAIŞ’ê şermezar kir û got ku ew ji jiyana kesên dîl hatine girtin bi fikarin -
Gundên berxwedanê silavkirina berxwedana dîrokî didomînin
Li Kobanê berxwedana ku ew 167 roj e li hember çeteyên DAIŞ’ê didome, bi operasyonên azadkirinê berdewam dike -
Ji şervanên YPJ’ê yên li Til Hemisê çavderiyên destpêkê
Şervanên YPJ’ê yên tevlî operasyona azadkirina bajarê Til Hemis a di 21’ê Sibatê de destpê kir û di 27’ê Sibatê de bi encam bû bûn, çavderiyên xwe yên destpêkê parve kirin. -
Heyeta şaredariyên Colemêrgê derbasî Kobanê bû
Heyeta ji şaredariyên Colemêrg, Gever, Çelê, Şemzînan û Bajêrgê ji bo li Kobanê lêkolînê bike û piştgiriyê bide ji nû ve avakirina Kobanê derbasî Kobanê bû. -
KJK: Em êrîşa DAIŞ’ê ya li hember gel û çandan lanet dikin
Koordînasyona KJK’ê êrîş û hovîtiya çeteyên DAIŞ’ê yên li hember gelan û çandan lanet kir. KJK’ê bang kir ku tevayî gelên herêmê, pêkhateyên etnîkî, komên olî û di serî de jin ji bo parastina cewherî xwe pêş bixin, amade û rêxistin bikin. -
Eniya Şoreşger- MLSPB serketina Til Hemis pîroz kir
Eniya Şoreşger-MLSPB, bal kişand ser serketina Til Hemis û peyama ‘Ji vê rêya ku em bi ronahiya findê ji taritiya Rojhilata Navîn derketin, em ê roja şoreşê bibin xaka Tirkiyeyê.’ da. -
Karasû: Ger AKP samîmî be bila bihêle Rêber Apo bi PKK’ê re hevdîtinê bike
Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Karasû got: “Gelo wê ji hikûmeta AKP’ê neyê pirsîn, ger ti bi rastî cidî be, ger hevdîtin hatine vê nuqteya girîng çima hevdîtina PKK’ê ya bi Rêber Apo re pêk naynî.” -
Li Til Temir 15 çete hatin kuştin
Li ser rêya Til Temir û Hesekê, di encama şer û pevçûnan de 15 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin û 2 wesayîtên doçka li ser, hatin rûxandin. -
Hêzên parastina cewherî yên gundên Kobanê diparêzin
Kobaniyên piştî azadkirina gundan vegeriyan gundên xwe, li ser esasê parastina cewherî çek girtin û parastina gundên xwe dikin. -
Ji Til Hemis a hat azadkirin wêne
Bajaroka Til Temis a girêdayî kantona Cizîrê ya Rojava piştî operasyoneke 7 rojan ji çeteyên DAIŞ’ê hat paqijkirin -
Doza Gorumlu pêk hat
Rûniştina doza 6 welatiyên di sala 1993'an de piştî pevçûna li bajaroka Gorumlu ya navçeya Sîlopiya ya Şirnexê ji aliyê leşkeran ve hatin binçavkirin û careke din ti agahî ji wan nehatin girtin hate taloqkirin. Doz taloqî 26'ê Hezîranê hate kirin. -
Nasnameya 9 şervanên li Til Hemis û Til Temir jiyana xwe ji dest dan hat aşkerakirin
Navenda Rgihandina YPG’ê nasnameyên 9 şervanên YPG/YPJ’ê yên di operasyona Til Hemis û êrîşa çeteyan a li hemberî gundewarên Til Temir de jiyana xwe ji dest dane, aşkera kir. -
Gundê Hisenye yê Til Hemis hat azadkirin
Gundê Hisenye yê girêdayî Til Hemis hat azadkirin. -
Dewlet li sînorê Nisêbîn-Qamişlo xendekan dikole
Dewleta Tirk bi sedema “ewlekariyê” li sînorê Nisêbîn-Rojava dest bi xebatên kolandina xendekan kir. -
YPG: Til Hemis azad bû, li Kobanê 67 çete hatin kuştin
Til Hemis bi temamî ji çeteyan hat paqijkirin û ket kontrola YPG’ê. Di şer û pevçûnên Kobanê de 67 çete hatin kuştin, 20 cenazeyên çeteyên ketin destê şervanên YPG’ê. -
ÇHD’ê Bahçekapili yê AKP’yî îxrac kir
Şaxa ÇHD’ê ya Stenbolê, Parlamenterê Stenbolê yê AKP’ê û Serokwekîlê Meclîsê Bahçekapili îxrac kir. -
Komeleya Rojava wê li Sêrtê nûnertiyê veke
Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya Rojava, biryar girt ku li Sêrtê nûnertiyekê veke. -
Rêveberê DBP’ê yê Sêrtê Mahfûz Dundar hat girtin
Rêveberê DBP’ê yê Sêrtê Mahfûz Dundar ji ber 6 sal û 3 meh cezayê wî yê misoger bûye hat girtin. -
Artêşa Tirk Herêmên Parastinê yên Medya bombardûman kir
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku artêşa Tirk herêmên Avaşîn û Heftanîn ên girêdayî Herêmên Parastinê yên Medya bombardûman kiriye. -
Til Hemîs hat rizgarkirin
Hêzên YPG’ê û YPJ’ê ku ev hefteyeke li dijî çeteyên DAIŞ’ê li herêma Til Hemîsê operasyon dane destpêkirin, di encamê de bajaroka Til Hemîsê û gundê wê hatin rizgarkirin. -
Li dijî zextên li ser zarokên girtîgehê bertek
Berdevka Koordînasyona Hewldana Bila Girtîgehên Zarokan Bên Girtin a Amedê Gamze Yalçin diyar kir ku piştî çalakiyên 6-8'ê Cotmehê binçavkirin û girtina zarokan zêde bû. -
Li Bîel xebatên hilbijartinê destpê kirin
Li bajarê Bîel ê Swîsreyê pêkhateyên HDP’ê yên hatin gel hev ji bo hilbijartinên giştî yên 7’ê Hezîranê dest bi xebatan kirin -
HDP'ê xwest li girtîgehên zarokan lêkolîn were kirin
Endamê Komîsyona Lêkolînkirina Mafên Mirovan a Meclîsê û Parlamenterê HDP'ê yê Wanê Kemal Aktaş serî li Serokatiya Komîsyonê da û jê xwest, girtîgehên zarok lê dimînin ziyaret bike û rewşê tesptî bike. -
Faşîstan di bin çavdêriya polîsan de êrîşî DBP’ê kirin
Li Semsûrê komeke faşîst ligel komek polîs êrîşî avahiya DBP’ê kir. Polîsan piştre DBP’iyên ku xwestin xwe biparêzin binçav kirin. -
Ata: Tecawizkarên li Pozanti li ku ne, li ser kîjan wezîfeyê ne?
Parlamentera HDP'ê Ata mijara zarokên li Pozanti rastî tecawizê hatin û binpêkirina mafên malbatên wan xist rojeva Parlamentê.