‘Em ji bo Suryaniyên dîl hatine girtin piştgiriyê dixwazin’

Metropolîtê Keşîşxaneya Mor Gabrîel û Turabdîn Mor Tîmotheos Aktaş êrîşên DAIŞ’ê şermezar kir û got ku ew ji jiyana kesên dîl hatine girtin bi fikarin

Metropolîtê Keşîşxaneya Mor Gabrîel û Turabdîn Mor Tîmotheos Aktaş êrîşên DAIŞ’ê şermezar kir û got ku ew ji jiyana kesên dîl hatine girtin bi fikarin. Aktaş got: “Em dipên ku ji bo berdana van mirovên masum, alîkarî, piştevanî û piştgirî bê dayîn.”

Aktaş der barê êrîşên DAIŞ’ê yên li herêma Suryanî daxuyaniyek nivîskî da.

YÊN GELÊ XWE PARASTIN HATIN QETILIRIN, XANÎ Û DÊR HATIN ŞEWITANDIN

Aktaş wiha got: “DAIŞ’ê piştî Nînova, Şengal, Kerkuk û Kobanê vê carê çav berda gundên Suryanî yên ligel çemê Xabur ê Sûriyeyê.  Piştî êrîşê di 23’ê Sibatê de destpêkirin, DAIŞ’ê beşek gund dagir kirin û yên ku gelê xwe parastin qetilkirin, dêr û xanî şewitandin.  Ji 200’î zêdetir Suryanî qetil kirin.

JI BO HÊZÊN NAVNETEWEYÎ Û GELAN BANG

Aktaş got ku ew ji jiyana kesên dîl hatine girtin bifikarin û got: “Em dipên ku ji bo ev mirovên masum serbest bên berdan alîkarî, piştevanî û piştgirî bê dayîn. Ev van bûyerên terorê şermezar dikin û baweriya xwe ya bi aştiyê û îradeya jiyana gelan bi hev re dubare dikin. Em ên şehîd ketine bi rehmet bibîr tînin û daxwaz dikin ku yên koç kirine jî vegerin xaka xwe.”