Artêşa Tirk Herêmên Parastinê yên Medya bombardûman kir

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku artêşa Tirk herêmên Avaşîn û Heftanîn ên girêdayî Herêmên Parastinê yên Medya bombardûman kiriye.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku artêşa Tirk herêmên Avaşîn û Heftanîn ên girêdayî Herêmên Parastinê yên Medya bombardûman kiriye.

Li gor daxuyaniyê 26’ê Sibatê saet di navbera 15:30-16:00’an de ji qereqola Oremar a li xeta sînor a navçeya Geverê girê Şehîd Xefûr a Avaşîn bi obus û topan hatiye bombardûmankirin. Saet di navbera 18.00 û 19.00’an de qada Mêrgê ya li xeta sînorê Şemzînan hatiye bombardûmankirin.

Li Heftanîn jî duh saet di navbera 14:00 û 15:00’an de artêşa Tirk a li qereqolên Yekmal û Sînek bicih bûne, li hember qadên Tepê Hestiya, Dola Silê, Dola Kulya, Tepê Şehîd Denîz, Tepê Gomme û Boxaza PKK’ê bi obus û hawanan bombardûmanek pêk anî. Li heman qadê îro jî saet di navbera 07:00 - 08:00’an Tepê Şehîd Mûnzûr, Tepê Şehîd Êrîş, Tepê Şehîd Denîz, Boxaza PKK’ê, Dola Bektorya, Tepê Şehîd Zêrîn û Gundê Dêrik, ji aliyê artêşa Tirk ve bi awayekî zêde hat bombardûmankirin.

Li gel vê, artêşa Tirk li hember herêmên gerîla keşfên hewayî bi awayekî zêde didomîne. Li gor agahiyên Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê duh li herêmên Xakurkê, Avaşîn keşf pêk hatiye, li ser qadên Tepê Xwudê, Tepê Ronahî û Mêrgê heman rojê di navbera 18:00 - 18:30’î de tevgera balafirên şer hatiye dîtin. Xebatên keşfê yên li herêmê îro ji saetên sibehê ve didomin.

Li herêma Metîna jî duh tevahiya rojê û îro jî di saetên serê sibehê de keşf pêk hatiye û saet nêzî 13.00’an balafirên şer li ser herêmê geriyane.

Dîsa di daxuyaniyê de hat gotin ku li ser xeta sînor a Heftanîn û Zapê bi balafirên bê mirov keşf tê kirin.