Li Til Temir 15 çete hatin kuştin

Li ser rêya Til Temir û Hesekê, di encama şer û pevçûnan de 15 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin û 2 wesayîtên doçka li ser, hatin rûxandin.

Li ser rêya Til Temir û Hesekê, di encama şer û pevçûnan de 15 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin û 2 wesayîtên doçka li ser, hatin rûxandin.

Li gorî agahiyên ku nûçegihanê ANHA’yê ji herêma şer ragihandine, çeteyên ku li nêzî gundê Xêbiş ê li rojavayê Til Temir bicih bûne, îro di saetên serê sibê de hewl dan ku êrîşî nuqteyên YPG/YPJ’ê bikin. Li ser vê yekê hêzên YPG’ê bersiv dan û şer derket.

Di encama pevçûnên ku nêzî 2 saetan dom kirin û çeteyên DAIŞ’ê çekên giran bikar anîn, 2 wesayîtên doçkayên 23.5 li ser hatin rûxandin û 7 çete hatin kuştin. Piştî pevçûnan çete neçar man ku paşve birevin.

Di navbera gundên Xerîta û Til Hirmiz ên li ser rêya Til Temir û Hesekê jî çeteyan hewl dan ku li hemberî şervanên YPG’ê kemîn deynin. Lê şervanên YPG’ê bersiv dan û di encama pevçûnê de 2 çete hatin kuştin.

Li heman deverê şervanên YPG’ê wesayîteke leşkerî rûxandin û 6 çeteyên têde hatin kuştin. Li herêmê pevçûn cih bi cih didomin.