YPG: Til Hemis azad bû, li Kobanê 67 çete hatin kuştin

Til Hemis bi temamî ji çeteyan hat paqijkirin û ket kontrola YPG’ê. Di şer û pevçûnên Kobanê de 67 çete hatin kuştin, 20 cenazeyên çeteyên ketin destê şervanên YPG’ê.

Til Hemis bi temamî ji çeteyan hat paqijkirin û ket kontrola YPG’ê. Di şer û pevçûnên Kobanê de 67 çete hatin kuştin, 20 cenazeyên çeteyên ketin destê şervanên YPG’ê.

Operasyona paqijkirina çeteyên DAIŞ'ê li kantona Cizîrê hatibû destpêkirin di roja 6'an de bi awayekî serketî didome. Navenda Ragihandina YPG'ê bi daxuyaniyek nivîskî ragihand ku şervanên wan şevê din gundên Mesediyê, Saîdiya Kurdan û Saîdiya Ereban ên eniya bakur û serê vê sibehê jî gundê Teqteq rizgarkirin. Li vê herêmê tevî cenazeyê 9 çeteyan, mînîbûsek, 6 kleşnîkof, 2 BKC, roketavêjek B7, 15 mayîn û gelek cebilxane hatin desteserkirin.

YPG’ê got, “Di serê sibehe de hêzên me li eniya başûr a Til Hemisê êrîşek berfireh kirin û ketin nava bajarok. Şervanên me di demeke kin de rêya di navbera eniya başûr û rojava de ku bajêr qut dike xistin dibin kontrolê û bi vî awayî tevahiya Til Hemisê rizgar kirin.

BERXWEDANA KOBANÊ DI 165. DE YE

YPG’ê diyar kir berxwedana Kobanê ku gihiştiye asta serketinê ket roja 165'emîn û wiha dewam kir,  “Di navbera hêzên me û çeteyên DAIŞ'ê de şerê dijwar rû da. Duh nîvro di şerê li gundên Bexdik, Eydanê, û girê Derfilît de şer giran bû çete derbên giran xwarin. Li van herêman êrişên bi çekên giran ên çeteyan hatin şikandin. Di şerê li gundê Bexdik û Eydanê de 67 kuştiyên çeteyan hatin tespîtkirin û cenazeyê 20 çeteyan jî di destê hêzên me de ne.

Hêzên me 3 tanq, topek 57 mm, doçkayek 23, 3 wesaît û kamyonek mezin ên çeteyan rûxandin. Dîsa danê vê sibê li girê Derfilît di navbera hêzên me û çeteyan de şer rû da. Di encama vî şerî de tevî serçeteyek 5 çete hatin kuştin.

YPG'ê ragihand ku di encam şerê li herêmê de jî 7 şervanên wan jiyana xwe ji dest dane û wiha hat gotin: "Şervanên me li gundê Zormixar ê eniya rojava êrişî çeteyan kirin û di encamê de 4 kuştiyên çeteyan hatin tespîtkirin. Lêkolînên hêzên me ya li deverên rizgarkirî didomin. Di çarçoveya lêkolînan de li gundê Gedaş mayîna ku çeteyan danîbû teqiya û 4 hevalên me şehîd ketin.

Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin ku der barê kuştî û birîndarên çeteyan û cebilxaneya ku hatiye desteserkirin de wê paşê agahiyên berfireh were parvekirin.