Eniya Şoreşger- MLSPB serketina Til Hemis pîroz kir

Eniya Şoreşger-MLSPB, bal kişand ser serketina Til Hemis û peyama ‘Ji vê rêya ku em bi ronahiya findê ji taritiya Rojhilata Navîn derketin, em ê roja şoreşê bibin xaka Tirkiyeyê.’ da.

Eniya Şoreşger-MLSPB, bal kişand ser serketina Til Hemis û peyama ‘Ji vê rêya ku em bi ronahiya findê ji taritiya Rojhilata Navîn derketin, em ê roja şoreşê bibin xaka Tirkiyeyê.’ da.

Eniya Şoreşger-MLSPB der barê serketina Til Hemis de daxuyaniyek nivîs weşand.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Em xaka Rojava ya eniya şerê me yê dij-emperyalîst, dij-siyonîstin. Li Kobanê, Şengal, Cezaa, Erca-Zerga ku dîroka berxwedanê veguherî serketinê re me bi hêzên YPG û YPJ’ê re mil bi mil, îradeya jiyana bi rûmet a destanî a şoreşê nîşan da. Îro jî me bi heman qehremaniyê herêma Til Hemis ji DAIŞ’ê rizgar kir.”

EM Ê ROJA ŞOREŞÊ BIBIN XAKA TIRKIYEYÊ

Di daxuyaniyê de hat gotin ku di şopa Rêber Mahîr Çayan de di şerê gel ê şoreşgerî yê Partî-eniyê de bi biryara ku îrade, cesaret û israra xwe nîşan bibin de yekane hedefa wan ev e ku hedefên şehîdên xwe pêk bînin.

Di daxuyaniyê de bang li gelên Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn hat kirin ku yekane rêya têkoşîna li dijî hêzên dagirker, mêtinger û emperyalîst ‘stratejiya şer a leşkerî ya polîtîk e’.

MLSPB peyama ‘Ji vê rêya ku em bi ronahiya findê ji tarîtiya Rojhilata Navîn derketin, em ê roja şoreşê bibin xaka Tirkiyeyê.’ da