Heyeta şaredariyên Colemêrgê derbasî Kobanê bû
Heyeta ji şaredariyên Colemêrg, Gever, Çelê, Şemzînan û Bajêrgê ji bo li Kobanê lêkolînê bike û piştgiriyê bide ji nû ve avakirina Kobanê derbasî Kobanê bû.

Piştî azadkirina Kobanê xebatên ji nû ve avakirina Kobanê hatin destpêkirin. Ji bo piştgiriyê bidim ji nû ve avakirina Kobanê û li wir lêkolînê bike heyeta ku ji hevşaredar û endamên meclîsa şaredariyên Colemêrg, Gever, Çelê, Şemzînan û Bajêrgê û endezyarên avahîsaziyê pêk tê çûn Kobanê. Her wiha şaredariya Geverê ji bo alîkariya Kobanê 25 ton amûrên ku ji esnafan kom kiribûn bi şandin Kobanê.
Der barê xebatên alîkariyê de Hevşaredara Geverê Rûken Yetîşkîn agahî da. Yetîşkîn diyar kir ku ji bo alîkariya Kobanê bikin xebat dane destpêkirin û wiha got: "Piştî Kobanê hat azadikirin xebatên ji nû ve avakirina Kobanê dest pê kir. Em jî ketin nava lêgerîna alîkariyeke çawa bi Kobanê re bikin. Ji bo vê yekê tespît bikin me dest bi lêkolînê kir. Em ê jî bi xebatên cur bi cur tevlî ji nû ve avakirina Kobanê bibin."