Hêzên parastina cewherî yên gundên Kobanê diparêzin
Kobaniyên piştî azadkirina gundan vegeriyan gundên xwe, li ser esasê parastina cewherî çek girtin û parastina gundên xwe dikin.
Kobaniyên piştî azadkirina gundan vegeriyan gundên xwe, li ser esasê parastina cewherî çek girtin û parastina gundên xwe dikin.
Kobaniyên piştî azadkirina gundan vegeriyan gundên xwe, li ser esasê parastina cewherî çek girtin û parastina gundên xwe dikin. Muhammed Bişar ê 55 salî yê ji Kobanê got: “Bêguman wê hemû mirov bimirin. Ez jî dixwazim mirina min dema parastina xaka min be.”
Operasyonên azadkirina gundan a bi pêşengiya YPG û YPJ’ê berdewam dike hat asta serketinê. Piştî êrîşên di 15’ê Îlonê de destpê kirin, bi hezaran Kobaniyî neçar man koç bikin û piştî Kobanê û gund hatin azadkirin dîsa vegeriyan. Ligel daxuyaniyên rêveberiya kantonê yên ewlehî zêde nîne neyên jî Kobaniyî vegera xwe didomînin. Kobaniyî tevlî parastina cewherî ya gundan dibin. Kobaniyên di hêzên parastina cewherî de cih digirin bi awayekî aktîf tevlî operasyonên azadkirina gundên di bin dagirkirina DAIŞ’ê de dibin.
EM Ê XAKA XWE BIPARÊZIN
Cemîl Ehmet ê 55 salî ku piştî êrîşa DAIŞ’ê ji gundê Qorê neçar man koç bikin piştî mehan şûnde hat gundê xwe û di parastina gundê xwe de cih digire. Ehmet got kesên neçar mabûn koç bikin niha vedigerin û di parastina xaka xwe de rola aktîf dilîzin û got: “Piştî erîşan destpê kir, em di bin kontrolan YPG û YPJ’ê de ji xaka xwe hatin derxistin. Ji ber temenê xwe ez nekarim li vir bisekinim. Niha şert û merc baş bûne em vegeriyan xaka xwe. Em ê xaka xwe biparêzin.”
EZ DIXWAZIM DI PARASTINA XAKA XWE BIMRIM
Muhammed Bişar ê 55 ku dema êrîşên DAIŞ’ê zêde bûn bi du kurê xwe re tevlî YPG’ê bû û di berxwedana Kobanê de cih girt, got ku di pevçûnan de sê caran birîndar bûye û dîsa jî dest ji berxwedanê bernedaye. Bişar got: “Niha di parastina gund de cih digirim. Ji bo mirovan nirxa herî mezin xaka wan e. Bêguman wê her kes bimire. Lê ez dixwazim di parastina xaka xwe de bimirim. Em bi çavên dijminahiyê li kesî nanêrin. Divê em xaka xwe vala nehêlin. Ez bang li hemû welatiyan dikim ku vegerin xaka xwe biparêzin.”
EM Ê DESTÛRÊ NEDIN DAIŞ’Ê
Ciwanê bi navê Nusret Ehmet jî diyar kir serketina YPG û YPJ’ê bandorek mezin li ser wî kiriye, piştî vê tevlî operasyonên gundan bûye û got: “Heta dilopek dawî ya xwîna xwe em ê têbikoşin. Em ê destûrê nedin DAIŞ li ber xaka me derbas bibe.”