Dewlet li sînorê Nisêbîn-Qamişlo xendekan dikole

Dewleta Tirk bi sedema “ewlekariyê” li sînorê Nisêbîn-Rojava dest bi xebatên kolandina xendekan kir.

Dewleta Tirk bi sedema “ewlekariyê” li sînorê Nisêbîn-Rojava dest bi xebatên kolandina xendekan kir.

Li xeta sînor a di navbera navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê û bajarê Qamişlo yê Rojava xendek tên kolandin. Hat diyarkirin ku xendeka di bin çavdêriya leşkêrên girêdayî Qişlaya Kenan Dalbaşar a girêdayî Fermandariya Tabûra 2. a Hidûd bi sedema, “ewlekariyê” tê kolandin. Hat ragihandin dirêjiya xendekê 150 metre, firehî û kûrbûna wê 1,5 metre ye.