Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Karasû got: “Gelo wê ji hikûmeta AKP’ê neyê pirsîn, ger ti bi rastî cidî bî, ger hevdîtin hatine vê nuqteya girîng çima hevdîtina PKK’ê ya bi Rêber Apo re pêk naynî.”
Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû got: “Niha pirsgirêka Kurd tê nîqaşkirin, heta ji aliyê AKP’ê weke ku PKK têkoşîna çekdarî berdide tê nîşandan. Gelo wê ji hikûmeta AKP’ê neyê pirsîn, ger ti bi rastî cidî bî, ger hevdîtin hatine vê nuqteya girîng çima hevdîtina PKK’ê ya bi Rêber Apo re pêk naynî? Ti îdîa dikî ku di navbera Rêber Apo û PKK’ê de pirsgirêk heye. Wê demê Rêber Apo û rêveberiya PKK’ê bîne cem hev û vê pirsgirêkê ji holê rake.
Pirsgirêk ne pirsgirêka em li dijî dewleta Tirk çekê deynin. Pirsgirêk ev e ku divê şert û mercên ev berxwedan derxistiye holê, rakirin an nerakirina wê ye. Yanî dewleta Tirk muzakereyeke ku di bin 10 sernavan de pêk nayên û îradeya çareseriya pirsgirêka Kurd nîşan nade û di mijara çareseriyê de gavê navêje. Ji ber ku pirsgirêka Kurd, ne Kurdan û ne jî Tevgera Kurd afirandiye. Dewletê afirandiye. Polîtîkayên wê afirandine. Pirsgirêk çareser nekiriye. Hikûmeta AKP’ê 10 sernavên ku Rêbertiyê daniye holê çareser dike yan na? Bersiva vê gelek girîng e. Heta çareserî pêk neyê, nîqaşên weke PKK wê çekê deyne, kongreya xwe çêbike û wê biryara danîna çekê bide demogojiye xapînoke. Gotinên Rêber Apo berevajî dikin û li dijî Rêber Apo û Tevgera Azadiyê bikartînin.”
Karasû helwesta AKP’ê û geşedanên dawî ji ajansa me re axivî.
Ligel hemû daxuyaniyên tevgerê kurmayê AKP’ê Yalçin Akdogan dibêje ku pirsgirêka Kurd de mijareke ku bikin qurbana hilbijartinê ye û dibêje di çareseriyê de israr dikin. Bi rastî jî di navbera van gotinan û hilbijartinan de têkiliyek tine?
AKP DI NEÇARESERIYÊ DE ISRAR DIKE
Karasû bal kişand ser gotinên Yalçin Akdogan yên AKP’î yên weke ‘Em pirsgirêka Kurd nakin qurbana hilbijartinê û em di çareseriyê de bi israr in û got: “Akdogan wisa dibêje lê çend hilbijartin û referandum derbas bûn, helwest hemane. Beriya her hilbijartinê dibêjin em ê çareser bikin, lê li şûna çareseriyê propagandayê dikin. Yanî van gotinên xwe dihêlin beriya hilbijartinek din. Ev bûye terza siyaseta AKP’ê. AKP naxwaze pirsgirêkê çareser bike. Bendewariya çareseriyê diafirînin. Ji ber ger çareser bike amûra hilbijartinê ji dest derdikeve. Ji ber vê yekê di neçareseriyê de israr dike. Bêguman sedemên wê hene. Neçareseriya pirsgirêka Kurd bi Tirkiyeyê dide windakirin. Lê hikûmeta AKP’ê hê di neçareseriyê de israr dike.
Bêguman pozîsyona dewlet, siyaset û civakê ya der barê pirsgirêka Kurd de ne wek 10-20 sal berê ye. Tevgera Azadiyê di 20 salên dawî de ket nava hewldanên çareseriya demokratîk û agirbbest îlan kir. Civaka Kurd jî çareseriyê dixwaze. Di qada siyasî de jî aliyên çareseriyê dixwazin derketin holê. Dîsa di nava dewletê de jî aliyên erênî nêz dibin hene. Burokrasiya tund a 20-30 sal berê tine. Ji ber vê AKP’ê jî ev ji xwe re kir polîtîka. Ji bo çareseriya pirsgirê daxwazek mezin heye. Di nava dewletê de nermbûn heye. Di qada siyasî û civaka sîvîl de pirsgirêk tên nîqaşkirin. AKP ji ber vê behsa çareseriyê dike. Ligel ku di ti belgeya qanûnî û destûra bingehîn de cih nade Kurdan behsa çareseriyê dike.”
AKP’Ê PÊVAJO XETIMANDIBÛ
Karasû di berdewamiya axaftina xwe de got: “Hikûmeta AKP’ê bersiva erênî neda pêvajoya ku Rêber Apo di Newroza 2013’an de daye destpêkirin. Berevajî vê pêvajo bê wate kir. Bi nêzîkatiya AKP’ê ya li dijî Şoreşa Rojava re me nîqaş kir ku agirbest bê wate maye. Me nîqaş kir ku AKP ti gavê navêje û tenê mijûl dikî. Di vê dema ku pêvajo xetimî de Rêber Apo pêngaveke siyasî ya nû da destpêkirin. Pêşnûmeya muzakereyê pêşkêş kir. Ev hem ji me re û hem jî ji dewleta Tirk re şand. Me got me ev pêşnûme hemû qebûl kiriye, sernavên vê muzkareyê, salnameya nîqaşkirina van sernavan û bi giştî nexşerê me di cih de dîtiye û ji Rêbertî û raya giştî re aşkera kir. Lê hikûmeta AKP’ê der barê van sernavê muzakereyê de ti tiştek negot. Negot yan qebûl dikin yan nakin. Ev jî nîşan dide ku pêvajoyê qebûl nakin. Rêber Apo digot heta 15’ê Sibatê bila sernav bên nîqaşkirin û bigihêjin encamekê. Lê hikûmeta AKP’ê bihêlin nîqaşkirina sernavan, xwegihandina mutabakatekê, ji bo salnameyê ji holê rake heyet bi dehan carî neşandin Îmraliyê. Dîsa ji bo avakirina sekreteryayê, guhertina girtiyên Îmraliyê û heyeta şopandina ya biçe Îmraliyê jî tu tiştek nekir. Di 15’ê Sibatê de ti gav tinebû.”
Karasû di berdewamiya axaftina xwe de got, "Rêber Apo ligel van pêkanîna ji bo şansek din bide AKP’ê got ‘ger hikûmet di mijara sernavên muzakeryê de li maseya muzakereyê rûne û bigihêje mutabakatekê wê PKK kongreyekê pêk bîne û têkoşîna çekdarî berde’ îfade kiribû. Jixwe ev ne daxuyaniyek nû bû. Me jî got ku em hewcedariyên vê pêşnûmeyê bînin cih û me qebûl kiribû. Ya ev qebûl nekir AKP bû. Hikûmeta AKP’ê di hevdîtina dawî ya bi Rêber Apo re kir, berevajî kir û weke ku bêyî muzakere PKK dest ji çekê berdide nîşan da. HDP’ê jî ev nêzîkatiya hikûmetê gihand Qendîlê. Me jî got em ti awayî vê qebûl nakin. Ya ku pêk hat ev bû.
RÊBERTÎ HER TIM BERTEK NÎŞANÎ GOTINA ‘BÊYÎ ÇARESERIYÊ ÇEKÊ DEYNIN’ DAYE
Ev aşkera ye me nexşerêya muzakereyê ya di meha Mijdarê de hatiye pêşkêşkirin qebûl kiriye. Ger ev li ser van 10 sernavan muzakere bê kirin ji xwe ti wateya têkoşîna çekdarî ya li dijî dewleta Tirk namîne. Pirsgirêk ne pirsgirêka em li dijî dewleta Tirk çekê deynin. Pirsgirêk ev e ku divê şert û mercên ev berxwedan derxistiye holê, rakirine yan ne rakirina wê ye. Yanî dewleta Tirk muzakereyeke ku di bin 10 servanan de pêk nayen û îradeya çareseriya pirsgisrêka Kurd nîşan nade û di mijara çareseriyê de gavê navêje. Ji ber ku pirsgirêka Kurd, ne Kurdan û ne jî Tevgera Kurd afirandiye. Dewletê afirandiye. Polîtîkayên wê afirandine. Pirsgirêk çareser nekiriye. Hikûmeta AKP’ê 10 sernavên ku Rêbertiyê daniye holê çareser dike yan na? Bersiva vê gelek girîng e. Heta çareserî pêk neyê, nîqaşên weke PKK wê çekê deyne, kongreya xwe çêbike û wê biryara danîna çekê bide demogojiye xapînoke. Gotinên Rêber Apo berevajî dikin û li dijî Rêber Apo û Tevgera Azadiyê bikar tînin
Rêber Apo di ti di hevdîtinên xwe de û li ti derê behsa çek danînê ya beriya çareseriya pirsgirêkê nekiriye. Nirxandineke Rêber Apo ya bi vî rengî tine. Di mijarê wisa de ancax Rêbertî û PKK biryara wê dikare bide. Wî jî wisa gotiye. Di vî alî de ev dereweke û demogojiye. Me mimkun e kes behsa danîna çekan bike.”
WÊ DEMÊ RÊBER APO Û RÊVEBERÊN PKK’Ê BÎNE CEM HEV
Karasû wiha pêde çû: “AKP û dewleta Tirk bersiva pirsên piştî çareseriyê nêzîkatiya PKK’ê û gerîla wê çawa be meraq bike, em jî diyar dikin ku piştî çareseriyê ti wateya têkoşîna çekdarî ya li dijî dewleta Tirk namîne. Wateya îfadekirina wê zêde namîne. Rêber Apo jî bi dehan carî gotiye ku ger pirsgirêk çareser bibe hewcedarî bi têkoşîna çekdarî namîne. Bila dewleta Tirk pirsgirêkê çareser bike em sibê vê biryarê didin. Lê hê şert û mercên muzakereyê nehatine diyarkirin. Şert û mercên Rêber Apo pêşniyar kirine nehatine cih.
Niha pirsgirêka Kurd tê nîqaşkirin, heta ji aliyê AKP’ê weke ku PKK têkoşîna çekdarî berdide tê nîşandan. Gelo wê ji hikûmeta AKP’ê neyê pirsîn ku, ger ti bi rastî cidî bî, ger hevdîtin hatine vê nuqteya girîng çima hevdîtina PKK’ê ya bi Rêber Apo re pêk naynî? Ti îdîa dikî ku di navbera Rêber Apo û PKK’ê de pirsgirêk heye. Wê demê Rêber Apo û rêveberiya PKK’ê bîne cem hev û vê pirsgirêkê ji holê rake.”
GOG BI AKP’Ê RE YE
Karasû bal kişand ser gotinên Yalçin Akdogan û got: “Akdogan dibêje ‘HDP gogê vedigerîne, li Qendîlê hewl tê dayîn ku gog bê teqandin’. Ev demogojî ye. Ev du sal e ligel hemû êrîşên AKP’ê agirbest didome. Me bersiv da pêşnûmeya muzakereya Rêber Apo. Lê AKP’ê tiştek nekir. Ji ber vê gog ne bi HDP’ê, li Qendîlê û ne jî bi tevgera Azadiyê re ye. Gog li sahaya AKP’ê ye."
Karasû li ser gotinên Bulent Arinç ên weke ‘Ka em binêrin Qendîl û HDP guh dide Ocalan an na jî got: “Gelê me li dijî şerê taybet gelê herî bi hişmend yê cîhanê ye. Gel nayê van numareyên Arinç. Gel dibêje were mijara sereke. Ev jî nîşan dide ku niyeta AKP’ê ya çareseriyê tine. Ger hikûmetek serî li şerê psîkolojîk bide wisa bê zanîn ku niyeta wan a çareseriyê tine. Bi vê wesîleyê em dikarin vê ji hikûmeta AKP’ê re bêjin; Hûn ne li me, li xwe binêrin. Arinç dibêje ev pirsgirêk di demek kurt de nayê çareserkirin, ev jî nîşan dide ku polîtîkayên wan ên çareseriyê tine."
Karasû di mijara gotinên Numan Kurtulmuş de yên weke ‘Em dibêjin di Newrozê de biryara danîna çekan bê aşkerakirin’ de jî got: “ Gelo Kurtulmuş dizane çi dibêje? Gotina Kurtuşmuş nîşan dide ku ti guherîna zîhniyetê çênebûye. Numan Kurtulmuş bi van gotinan di serî de civaka xwe dixapîne. Ev 20 sal e pirsgirêka Kurd û ev mijar tên nîqaşkirin. Niha tê xwestin ku di esasê muzakereyê de pirsgirêk bê çareserkirin. Niha dema muzakereyê û mutabaqatekê ye.
Wek tê zanîn Huseyîn Yayman ji AKP’ê bûye namzet. Elemanekî girîng ê AKP’ê ku şerê psîkolojîk dimeşand. Ji ber vê bi parlamenteriyê tê xelatkirin. Di demên dawî de derket holê ku Huseyîn Yayman bi hikûmeta AKP’ê e hevpar dixebite. Ya rast hatiye fêmkirin ku bi MÎT û AKP’ê re di têkiliyê de ye. Ji ber vê yekê Yayman jî nirxanên Rêber Apo berevajî dike. Weke ku beyî çareserî pêk bê dikare çek bê danîn nîşan dide.
DEWLETÊ DAXUYANÎ LI HEYETA HDP’Ê FERZ KIRIYE
Em carek din bêjin, di mijara danîna çekan de di mijarên ku PKK’ê eleqedar dike de bêguman wê PKK biryarê bide. Rêber Apo daxwaz kir ku di rewşa pêşnûmeya muzakereyê ya ji dewlet û tevgerê de şandiye de pêk bê bila PKK kongreya xwe pêk bîne. Kongre ne platformek formalîte ye. Rêbertî vê baş dizane. Ji ber ku wî PKK afirandiye. Ji ber vê Rêber Apo xwestiye nîqaşa agirbestê li Qendîlê bê kirin. Lê dewletê li heyeta HDP’ê ferz kiriye ku di van mijaran de ku tevgera azadiyê eleqedar dike daxuyaniyek bide. Bi vî awayî jî nîşan daye ku bi awayî cidî nêzî Rêber Apo, tevgera Azadiyê û heyeta HDP’ê nabin.”