Komeleya Rojava wê li Sêrtê nûnertiyê veke

Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya Rojava, biryar girt ku li Sêrtê nûnertiyekê veke.

Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya Rojava, biryar girt ku li Sêrtê nûnertiyekê veke.

Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya Rojava  ya navenda wê li Amedê ye, bi rêxistinên girseya demokratîk re hat gel hev, biryar girt ku li Sêrtê nûnertiyekê veke.

Di civîna li Salona Konferansê ya Şaredariya Sêrtê pêk hat, rêveberên Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya Rojava, Hanîfî Haram, Murat Çîçek, rêveberên Rêxistinên HDP û DBP’ê yên bajêr, Alîkarên Hevşaredarên Sêrtê, endamên ÎHD, Baroya Sêrtê, Odeya Tabîban, MKM, BDO-DER, KESK, MEYADER, TUHAD-DER, MAPER, KURDÎ-DER, Komîsyonvanên Sebze û Fêkiyan û Meclîsa Şaredariyê amade bûn.

NÛNERTÎ WÊ JI 5 KESAN PÊK BÊ

Rêveberên komeleyê der barê xebatên xwe de beşdar agahdar kirin, piştî nîqaşan biryar hat girtin ku nûnertiyeke ku ji 5 kesan pêk bê were avakirin. Hat ragihandin ku wê komele ji bo saazîbûnê di rojên pêş de hin rêzecivînan pêk bîne û dest bi xebatên xwe bike.