Ata: Tecawizkarên li Pozanti li ku ne, li ser kîjan wezîfeyê ne?
Parlamentera HDP'ê Ata mijara zarokên li Pozanti rastî tecawizê hatin û binpêkirina mafên malbatên wan xist rojeva Parlamentê.
Parlamentera HDP'ê Ata mijara zarokên li Pozanti rastî tecawizê hatin û binpêkirina mafên malbatên wan xist rojeva Parlamentê.
Parlamentera HDP'ê Ayla Akat Ata mijara zarokên li Pozanti rastî tecawizê hatin û binpêkirina mafên malbatên wan xist rojeva Parlamentê.
Ata der barê mijarê de pêşniyar pirsek pêşkêşî Wezîrê Edaletê Bekîr Bozdag kir û jê xwest bersiva van pirsan bide:
"Karmendên di dema destdirêjî, tecawiz û îşkenceya li hemberî zarokên li Girtîgeha Pozanti de di pozîsyona rêveberiya girtîgehê de bûn, niha li ku ne û li ser kîjan wezîfeyê ne?
Li hemberî çend ji karmendên dewletê yên li Girtîgeha Pozanti wezîfedar, ji ber sûcdariyên destdirêjî, tecawiz û îşkenceyê doz hat vekirin? Dosya çend ji van bi biryara neşopandinê bi encam bûye?
Çend rojnamevan ji ber binpêkirina mafên mirovan ên li girtîgeha Pozanti li dijî zarokan kirin nûçe, ketin ber lêpirsînê? Di gilînameyên li hemberî rojnamevanan de ji kîjan xalê yan jî xalan ceza tê xwestin?
Çend ji zarokên li girtîgeha mijara gotinê mafên wan hatin binpêkirin hînê di girtîgehê de tên ragirtin û li kîjan girtîgehan e?
Ji bo rehabîlîtasyon û tedawiya zarokên li şîdet û îstîsmara zayendî ya personelên girtîgehê rast hatin, Wezareta we kîjan tedbîr girtine?
Berî ku dozên der heqê zarokên ji ber tevlîbûna xwepêşandanan tên darizandin bi encam bibin, çima ji malbatên wan tazmînat hatiye stendin?
Ji dema pêşkêşkirina pêşniyar pirsê û pê ve çend zarokên di binê 18 salî de ne, bi daxwaza cezakirina ragirtina heta bi hetayê tên darizandin? Hejmara zarokên girtî li gelemperiya Tirkiyeyê çiqas e?
Piştî ku binpêkirinên mafên mirovan ên li Girtîgehên Şakran û Îzmîrê yên Zarok û Ciwanan di çapemeniyê de cih girtin, Wezareta we dest bi xebateke berfireh a kontrolê kiriye?
Ji sala 2012'an û vir ve, ji bo zarokên li girtîgehan ji pêkanînên kêfî, şîdet û îstîsmara personelên girtîgehê biparêze Wezareta we kîjan tedbîr stendiye?"