KURDISTAN
Meclisa Gel a Şengalê û Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) bi daxuyaniyekî bernama 12’emîn salvegera Fermana 3’yê Tebaxê eşkere kirin. Wê 10 rojan li Sûka Serî ya Şengalê çalakiyên bîranînan bên lidarxistin.
Xelkê Xaçortê ku li dijî zêdebûna firotina tiryakê li taxên xwe di destê wan de dar û nobetê digirin, diyar kir ku ew ji bo parastina siberojê li wir in û got, ew ê têkoşînê bidomînin.
Dûran Kalkan diyar kir ku neguhertina mercên li Îmraliyê baweriya bi pêvajoyê lawaz kiriye û got, guhertina qanûnî eger mercên kar û jiyana azad û siyaseta demokratîk a Rêber Apo li xwe negire, wê neyê qebûlkirin.
Rêveberiya Tevgerê: Li gorî xwezaya pirsgirêkê ya ku tê xwestin bê çareserkirin, divê qanûnek bê derxistin ku ji Rêbertî heta bi şervanan her kesî tevlî siyaseta demokratîk bike ku azadiya fikrî û rêxistinbûnê lê tam e.
KCK'ê di salvegera Şoreşa Rojava de daxuyanî da û got, "Gelê Rojavayê Kurdistanê destketiyên xwe hemû li ser xeta Rêber Apo bi dest xistiye. Wê ji niha û pê ve jî destketiyên xwe li ser xeta Rêber Apo biparêze û bi pêş ve bibe."
Hemû Nûçe
-
Cenazeyê Aslanê MLKP’î û Artanê YPG’î anîn Pirsûsê
Cenazeyê şervanê MLKP’ê Emre Aslan (Elîşêr Dêrsim) ku li Kobanê li gundê Cedê jiyana xwe ji dest da û cenazeyê şervanê YPG’ê Ozgur Artan (Egîd Rojhilat) ku li girê Sêwê jiyana xwe ji dest da piştî merasîma ji bo wan hat kirin şandin Pirsûsê.
-
-
Baregeha DAIŞ'ê hat hilweşandin
Operasyona li başûrê Til Hemîsê li dijî çeteyên DAIŞ'ê destpê kir, bi azadkirina gelek gund û herêmeke berfireh re dewam dike.
-
-
Dora ji bo gelê Asûrî-Suryanî bang kir
Parlamenterê HDP'ê Dora bal kişand ser êrîşên qetlîemkar ên DAIŞ'ê yên li hemberî gelê Asûrî-Suryanî û bang li saziyên navneteweyî û hêzên demokratîk kir.
-
Mazlum-Der: Kesê dest dide Roboskî dişewite
Şaxa Mazlum-Der a Amedê diyar kir ku Ozgur Amed ê bi hinceta tevlî çalakiya protestoyî ya komkujiya Roboskî bûye, rastî 3 sal mehek û 15 roj cezayê girtîgehê hatiye û daxwaz kir ku nivîskar Ozgur Amed bila bê berdan.
-
-
-
-
Li Konên AFAD’ê amûrên guhdarkirinê!
Li Konbajarê AFAD'ê ya dewletê ya ji bo koçberên Kobanê hatiye avakirin cîhazên deng qeyd dikin hatin dîtin. Welatiyên Kobanê yên li wargeha AFAD'ê dimînin ji ber ku bi gumana tên guhdarkirin bifikarin û bertek nîşanî dewleta Tirkiyeyê dan.
-
-
-
-
Li Çiyayê Kira bawerî tên cem hev
Li navçeya Qubîn a Êlihê Êzidî, Kurdên Misilman û Ermenî bi hezaran salan e îbadetên xwe li hinek navendên baweriyan ên hevpar pêk tînin.
-
-
-
-
'Li hember hovîtiya DAIŞ'ê bêdeng nemînin'
Endamê Desteya Rêveberiya Meclîsa Gel a Suryaniyên Demokratîk a Betnahrîn Sanharîb Kuçukaslan, bang li hemû hêzan kir ku li hember hovîtiya DAIŞ'ê bêdeng nemînin kir û destnîşan kir ku DAIŞ'ê cihên olî yên Suryaniyan wêran kiriye.
-
-
-
Gezer ê HPG'yî hat veşartin
Gerîlayê HPG'ê Eser Gezer (Armanc Botan) ê li Şengalê jiyana xwe ji dest da, bi merasîmeke girseyî ber bi rêwîtiya bê dawî ve hat oxirkirin.
-
-
FEDA: Em îdamên li Îranê bi tundî lanet dikin
FEDA nerazîbûneke tund nîşanî darvekirina siyasetmedarên Kurd ji aliyê rejîma Îranê ve da û got, "Em Ayetûllah ê di zilmê de ne kêmî apzadeyê xwe Mûaviye ye, şermezar û lanet dikin."
-
-
Pîrozbahiyên Newrozê wê li Pirsûsê destpê bikin
Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP'ê bernameya Newrozê aşkera kir. Li gorî vê yekê pîrozbahî wê di 17'ê Adarê de li Pirsûsê destpê bike û di 21'ê Adarê de jî wê bi tenê pîrozbahiyek hebe, ew ê jî li Amedê be.