Komalen Ciwan banga parastina cewherî li ciwanan kir
Koordînasyona Komalen Ciwan, bal kişand ku hikûmeta AKP’ê dixwaze qanûnên rewşa awerte derxe û li hember êrîşên nîjadperest û polîtîkayên tinekirinê banga parastina cewherî kir.
Koordînasyona Komalen Ciwan, bal kişand ku hikûmeta AKP’ê dixwaze qanûnên rewşa awerte derxe û li hember êrîşên nîjadperest û polîtîkayên tinekirinê banga parastina cewherî kir.
Koordînasyona Komalen Ciwan, bal kişand ku hikûmeta AKP’ê dixwaze qanûnên rewşa awerte derxe û got, "AKP bi vê pakêtê re dixwaze îradeya parastina cewherî ya ciwanan û gel bişkîne. Bi vê ve girêdayî dixwaze parastina aktîf a ciwanan pasîf bike, li Kurdistanê tirs û komkujiyê esas digire. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Êrîşên li Kurdistanê li hember gelê me û tevayî nirxên me, heta Tevgera me ya Azadiyê hebe wê bêbersiv nemînin.” Komalên Ciwan li hember êrîşên nîjadperest û polîtîkayên tinekirinê banga parastina cewherî kir.
Koordînasyona Komalen Ciwan, der barê êrîşên hikûmeta AKP’ê yên li hember gelê Kurd û ‘Pakêta Ewlekariya Hundir’ daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Komalên Ciwan got, "Dewleta TC a faşîst û înkarker bi travmayên çandî û qirkirinên li hember ciwanên Kurdistanê di şexsê ciwanan de dixwaze li hember tevayî gelê me yê welatparêz qirkirin û komkujiyê ferz bike.”
ÊRÎŞÊN NÎJADPEREST
Di daxuyaniyê de hat gotin ku tiştên li Girtîgeha Şakran li hember zarokan hatin kirin û di qetilkirina Ozgecan Aslan de heman mentiq di dewrê de ye, dewlet qatil û tecawizkaran diparêze û ev hişyarî hat kirin: "Lê divê ji aliyê her kesî bê zanîn ku; wê dereng an nêz ji zîhniyeta dewletperest a faşîst û yên diparêze wê hesab bê pirsîn.”
Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku li hember HDP, DBP, welatparêz û saziyan êrîşên nîjadperest-faşîst tên kirin û ev peyam hat dayîn: "Aşkera ye ev êrîş bi zanebûn û rêxistinkirî ne. Li pişt van êrîşên faşîzan destên qirêj ên provokasyonên beriya hilbijartinan e. Gelê me û ciwanên me yên welatparêz divê li hember van provokasyonan bêdeng nemînin, serhildanan pêş bixin û derbasî parastina cewherî ya aktîf bibin.”
'EM BANG LI CIWANÊN KURDISTAN DIKIN KU PARASTINA XWE YA CEWHERÎ BIXIN DEWRÊ'
Koordînasyona Komalen Ciwan ev bang kir:
" Êrîşên li Kurdistanê li hember gelê me û tevayî nirxên me, heta Tevgera me ya Azadiyê hebe wê bêbersiv nemînin. Li ser vî esasî li hember êrîşên dewleta TC a faşîst, em bang li ciwanên welatparêz ên li parçeyên Kurdistan û derveyî welat dijîn dikin ku bi ruhê berxwedana neteweyî re têkoşîna xwe pêş bixin. Pêwîst e di serî de li hember dewleta TC a faşîst bertekên xwe yên demokratîk û şoreşgerî û li dijî vê zîhniyeta tinekirin, asîmîlasyon, qirkirina çandî û fizîkî biryara xwe ya têkoşînê nîşan bidin. Ruhê berxwedana neteweyî li her qadê li hember her cure êrîşan parastin û bi serketinê tacîdarkirin mîras û wezîfeyeke şehîdên me ya ji ciwanên Kurdistanê re ye. Pêwîst e bi vî awayî nêzîkbûn pêk bê, li hember her cure êrîşên li dijî hebûna me em xwe bi serketinê ve kilîd bikin û têkoşîna xwe pêş bixin.” Em bang li tevayî ciwanên Kurdistanê dikin ku bi vê zanebûn û hestyariyê li hember her cure polîtîkayên tinekirinê parastina xwe ya cewherî bixin dewrê.”