Li Konên AFAD’ê amûrên guhdarkirinê!

Li Konbajarê AFAD'ê ya dewletê ya ji bo koçberên Kobanê hatiye avakirin cîhazên deng qeyd dikin hatin dîtin. Welatiyên Kobanê yên li wargeha AFAD'ê dimînin ji ber ku bi gumana tên guhdarkirin bifikarin û bertek nîşanî dewleta Tirkiyeyê dan.

Li Konbajarê AFAD'ê ya dewletê ji bo koçberên Kobanê hatiye avakirin, cîhazên deng qeyd dikin hatin dîtin. Welatiyên Kobanê yên li wargeha AFAD'ê dimînin ji ber ku bi gumana tên guhdarkirin bifikarin û bertek nîşanî dewleta Tirkiyeyê dan. 

Sosreta konbajarê AFAD'ê ya piştî 4 mehan koçberên welatiyê Kobanê ji aliyê dewletê ve hat avakirin didome. Hat hînbûn ku li wargeha AFAD'ê ya dewletê ji bo koçberên Kobanê hatiye avakirin cîhazên deng qeyd dikin hatine bicihkirin. Welatiyên Kobanê yên li konbajarê AFAD'ê dimînin ji ber ku bi gumana tên guhdarkirin bifikarin û bertek nîşanî dewleta Tirkiyeyê dan. Welatiyan ji ber ku bi îxtîmala hatin guhdarkirin diyar kirin ku ev helwesta mudaxeleya jiyana wan a taybet hatiye kirin û ji bo ew cîhazên di konên wan de hatine tespîtkirin pêve wê êdî nema li konên AFAD'ê dimînin. Koçbera bi navê Nûhan Berkel diyar kir ku dewleta Tirkiyeyê amûrên guhdarkirinê xistiye konên koçberên Kobanê û deng qeyd dikin. Berkel da zanîn ku AFAD bi vê pêkanînê êrîşî jiyana wan a xweser kiriye.

Berkel destnîşan kir ku cîhazên dengan guhdar dikin xistine hemû konan û wiha axivî: "Dema em ji ber êrîsên çeteyên DAIŞ'ê reviyan em hatin cem wan me got ku qey wê xwedî li me derkevin û me biparêzin. Niha derket holê ku me bi dizî guhdar dikin. Ji bo çi me guhdar dikin. Em duh bi vê guhdarkirinê hisiyan. Ma ev ne şerm e? Ev ne însanetî ye. Em vê yekê bi ti awayî qebûl nakin. Her roj bi balafiran li ser konên me digerin û me dixin kamerayan. Em rojekê jî li vir nema dimînin. Em ji ber çeteyan reviyan lê ev ji çeteyan jî xerabtirin. Li hemû kamera bi cih kirine. Em çi dikin hemû dibînin. Derdora me hemû girtiye. Ti cudatiya wê ji girtigehê tine ye. Dema em derkevin, li çentê me dinerin, vala dikin. Dibêjin qey em di girtîgehê de ne."

Berkel bi lêv kir ku li ser navê wan ji gelek deveran pere ji wan rê tê û hemû rayedar û xebatakarên AFAD'ê li ser perê ji wan re têbe zengîn bûnin. Berkel got ku perê didin wan jî têrî xwarina wan nake û her tistên wan buhaye û wiha domand: "Ji bo xwarinê mehê 85 TL didin me. Her tişt buha ye. Her tişt zêdeyî du sê qatê fiyatên wan didin me. Ev rayedaran li vê derê dixebitin hemû dewlemend bûn, em jî li vir şerpeze bûn. Ne sîr û efadê zarokên me hene. Em ji Kobanê wêdetir tiştekî din naxwazin. Bila konên wan serê wan bixwe. Ne ew bin û ne jî xêra wan be."

BERSIVÊN BI NAKOK

Fadîle Kenco jî anî ziman ku ew jî du roj berê li cîhaza deng qeydkirinê hayî bûye û wiha axivî: "Me ev cîhaza nîşanî gelek kesan dan. Ji sedî sed a dengên guhdarkirinê ye. Ji bo çi li me guhdar dikin. Me ji rayedaran jî got. Ji me re gotin 'Ji bo ewlehiya we ye'. Ewilî gotin ev 'ji bo agir e' lê em li ser sekinîn. Em dîsa çûn cem wan vê dawiyê jî ji me re gotin ku 'ev ji bo diziyê ye'. Ev çi feraset e? Gelo xwedîderketina we ev e?"

Peywirdarên Midûriyeta Giştî ya AFAD'ê kir jî diyar kirin ku heta niha ti gilî ji wan re ne hatiye û gotin ku li Midûriyeta Polîsan a Pirsûsê bigerin.