FEDA: Em îdamên li Îranê bi tundî lanet dikin
FEDA nerazîbûneke tund nîşanî darvekirina siyasetmedarên Kurd ji aliyê rejîma Îranê ve da û got, "Em Ayetûllah ê di zilmê de ne kêmî apzadeyê xwe Mûaviye ye, şermezar û lanet dikin."

Federasyona Elewiyan a Demokratîk (FEDA) bi daxuyaniyeke nivîskî, darvekirina siyasetmedarên Kurd ji aliyê rejîma Îranê ve, lanet kir.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku Şîa Elî ya li Îranê desthilatdar e, bi bikaranîna mazlûmiyeta Kerbela re bûye desthilatdar û hat gotin, "Ayetûllahên di roja îro de li meqama biryardayînê ye, pişta xwe dispêrin vê mazlûmiyet û mîrateyê û sifatên 'Ayetên Xwedê' bikar tînin. Ayetûllahên Desthilatdar, berevajî Mazlûmiyeta Kerbeya ya îstîsmar dikin, bi qetilkirina mazlûman, bi rijandina xwînê li meqama zilmê, meqama desthilatdariyê rûdinên."
FEDA da xuyakirin ku tevî xwedîderketina raya giştî ya demokratîk a cîhanê û hişyariyên ji bo rejîma Îranê jî Saman Nesîmî di nav de sê ciwanên Kurd ên welatparêz hatine darvekirin û got, "Em Ayetûllah ê di zilmê de ne kêmî apzadeyê xwe Mûaviye ye, şermezar û lanet dikin. Bîrananîna Saman Nesîman wê li meydanên me bibin delîl. Li her meydana werin bîranîn, çawa ku lanet li Mûaviyeyan tê anîn, wê Mûaviyeyên nûjen ên bi navê Ayetûllah jî werin lanetkirin."