'Li hember hovîtiya DAIŞ'ê bêdeng nemînin'

Endamê Desteya Rêveberiya Meclîsa Gel a Suryaniyên Demokratîk a Betnahrîn Sanharîb Kuçukaslan, bang li hemû hêzan kir ku li hember hovîtiya DAIŞ'ê bêdeng nemînin kir û destnîşan kir ku DAIŞ'ê cihên olî yên Suryaniyan wêran kiriye.

Li navçeya Midyadê ya Mêrdînê, li ser navê Meclîsa Gel a Suryaniyên Demokratîk a Bethnahrîn Sanharîb Kuçukaslan, daxuyaniyeke nivîskî da. Kuçukaslan, diyar kir ku li gor agahiyên bidest xistine, di seatên serê sibehê de ji hêla çeteyên DAIŞ'ê ve di encama êrîşên li hember gundên Til Hemîs û Khabûr ên Sûriyeyê de gelek zarok û jinan dîl girtine.

Kuçukaslan, destnîşan kir ku di encama êrîşên çeteyan de gelek cihên olî yên Suryaniyan hatine wêrankirin û xwest ku hemû hêz li hember hovîtiya van çeteyan bêdeng nemînin. Kuçukaslan, diyar kir ku Suryaniyên li Sûriyeyê ne bi tenê ne û şervanên YPG û YPJ'ê yên li Kobanê li hember çeteyan şer kirin silav kir.