Şaxa Mazlum-Der a Amedê der barê Ozgur Amed ê ku bi hinceta tevlî çalakiya protestoyî ya komkujiya Roboskî bûye rastî 3 sal mehek û 15 roj cezayê girtîgehê hatiye, daxuyaniyek da û got: “Komkujiya Roboskî ku di ser de 3 sal derbas bûye û tevî berpirsên wê tên zanîn hê nehatine darizandin, bi aliyê xwe ji bo Tirkiye û Kurdan bûye bûyereke bi sosret.”
Di daxuyaniyê de hat gotin ku nivîskar Ozgur Amed ku di 31’ê Kanûna 2011’an de di çalakiya protestokirina komkujiyê ya li Amedê de cih girtiye hatiye girtin û tevî sê polîsên roja çalakiyê peywirdar bûne û li 7’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê gotine ‘Di nava kesên belav dibû de hebûn, lê me nedît ku êrîşên hêzên ewlehiyê kirine’ jî rastî 3 sal mehek û 15 roj ceza hatiye. Mazlum-Derê got KU Ozgur Amed di 21’ê Sibatê de hatiye girtin.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku tevî sê sal di ser bûyerê re derbas bûye, berpirs hê nehatine darizandin û wiha dewam kir: “Çapemeniya navendî demeke dirêj wek kor û lalan lîstiye û piştî demekê jî bûyer berevajî kirine û yên hatine qetilkirin sûcdar dîtine."
Mazlum-Derê di berdewamiyê de got ku biryara dadgehê ya der barê nivîskar Ozgur Amed de ew matmayî nehiştine û da zanîn ku ew pratîka di mijara darizandina Komkujiya Roboskî de hatiye nîşandan şermezar dikin. Her wiha hat gotin ku divê demildest Ozgur Amed bê berdan û xala TCK m.220/6 a Ozgur Amed û gelekên din mexdûr kiriye bê guhertin.