KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Heyeta Kantona Cizîrê hat serdana Mêrdînê
Heyeta Kantona Cizîrê ya ji Hevserokên Kantona Cizîrê Ekrem Huso, Hediye Yusuf û endamên Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) pêk dihat, ji bo hin serdana hatin Mêrdînê û çûn serdana Hevşaredarên Mêrdînê Ahmet Turk û Februniye Aykol Akay. -
Hevserokê DBP’a Koprukoyê rastî êrîşa faşîstan hat
Hevserokê DBP'ê yê navçeya Koprukoy a Erziromê Necatî Yazici rastî êrîşa komek ulkucu (nijardperestên Tirk) ya bi dar û satoran hat. -
Li Til Hemis serçeteyek hat kuştin
Hat ragihandin ku di operasyona hêzên YPG / YPJ’ê ya li herêma Til Hemis serçeteyekî Tûnisî hat kuştin. -
Dadgerê Wanê: Parastina Ocalan endamtiya rêxistinê ye
Şerafettin Candemir, Fesih Dûrû û Allahverdî Çelîkok li navçeya Qelqelî ya Wanê bi sedema endamên rêxistinê ne, danê sibehê hatin binçavkirin. -
Li Amed û Mûşê 'Pakêta Ewlekariya Hundir' hat protestokirin
Li Bakurê Kurdistanê çalakiyên li dijî 'Pakêta Ewlekariya Hundir' dewam dikin. Di çalakiyên li Amed û Mûşê de hat gotin ku qanûnên di pakêtê de cih digirin ne kêmî yên dema OHAL'ê ne û hat destnîşankirin, ku têkoşîna li dijî vê yekê wê dewam bike. -
Cenazeyên Kato û Gabar ji bo otopsiyê şandin Rihayê
Şervanên YPG'ê Mêrxas Kato (Abdûllah Dûrmûş) û Cûdî Gabar (Ferhat Bahşîş) yên ku duh li başûrê Kobanê di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest dan, cenazeyên wan îro anîn nexweşxaneya dewletê a Pirsûsê. -
Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Gezen ji aliyê malbatê ve hat girtin
Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Eser Gezen ê di Operasyona Azadkirina Şengalê de jiyana xwe ji dest da, ji Deriyê Sînor ê Dirbêsiyê (Bakurê Kurdistan) hat wergirtin. -
YPG: Li Kobanê derbên giran li terorîstan hatin xistin
Di çalakiyên duh ên di çarçoveya Pêngava Azadkirina Kantona Kobanê de 36 terorîst hatin kuştin. Di şer de 5 şervanên YPG/YPJ'ê jiyana xwe ji dest dan. -
YPG: li Cizîrê 18 gund hatin rizgarkirin, 73 terorîst hatin kuştin
Di duyemîn roja operasyona şervanên YPG/YPJ’ê ya sêgoşeya Qamişlo, Til Hemis û Hedad de 18 gund hatin azadkirin û 73 terorîst hatin kuştin. -
Tevgera hewayî zêde dibe
Tevgera hewayî ya artêşa Tirk didome. -
Îranê Qendîl bombebaran kir
Artêşa Îranê bi top û obusan Qendîl bombebaran kir. -
Li Şengalê çeteyek hat kuştin
Li Şengalê di encama çalakiyeke sûîqestê de çeteyek hat kuştin. -
Ata a HDP'yî ji hikûmetê pirsî: We çima darên li Qabilcewzê birîn?
Parlamentera HDP'ê Ata, birîna darên li Qabilcewzê xist rojeva Meclîsê û destnîşan kir, ku birîna daran dibe ku amadekariya ji bo bendavê be. -
Li Îtalyayê çalakiyên piştevaniya Kobanê dewam dikin
Serketina Kobanê ya li dijî DAIŞ'ê, li Îtalyayê tê pîrozkirin. Li bajarên Empolî û Pontedera yên herêma Toscana, çalakiyên piştevaniyê hatin lidarxistin -
Demîrtaş: Gefên DAIŞ'ê wê zêde bibin, divê Tirkiye bi PYD'ê re hevkariyê bike
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Demîrtaş da xuyakirin ku operasyona Silêman Şah nayê wateya serketinê û diyar kir, ku gefên DAIŞ'ê yên li hemberî Tirkiyeyê wê zêde bibin. Demîrtaş destnîşan kir ku divê hikûmet 'dost û dijmin baş nas bike'. -
Karayilan: Di operasyona Tirba Silêman Şah de serketin nîne
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan diyar kir, ku operasyona Tirba Silêman Şah bi agahdarî û erêkirina PYD û YPG'ê pêk hatiye û got, "Tevgereke ku hatiye nîqaşkirin, li ser hatiye axivîn û di çarçoveya planekê de bicih hatiye anîn e." -
KOMAW a malbatên zarokên xwe winda kirine ava kir dest bi xebatan kir
Malbatên li Ewropayê dijîn û zarokên xwe di têkoşîna azadiyê de winda kirine, KOMAW ava kirin û dest bi xebatên xwe kirin. -
Silava roja 162'an
Çalakgerên li gundên Miseynter û Elîzer ên li pêşberî bajarê Kobanê nobeda berxwedanê digirin, di roja 162. de şervanên YPG/YPJ'ê silav kirin. -
Li Erzîromê polîsan êrîş kirin, gel bi berxwedanê bersiv da
Li Erzîromê, gelê ku li dijî êrîşa nîjadperestan li taxên xwe nobedê digire, cara duyemîn li êrîşa polîsan rast hat. Bi berxwedana gel re polîs ji neçarî vekişiyan. Dikandaran jî bi armanca şermezarkirina êrîşan derabeyên dikanên xwe venekirin. -
Fermandara YPJ'ê Baran li Cenevreyê hat bîranîn
Ji fermandarên YPJ'ê Şerîfe Baran (Stêrk Hakkarî) ya di berxwedana Kobanê de jiyana xwe ji dest da, li Cenevreyê hat bîranîn. -
Heyeta HDP'ê çû Qendîlê
Heyeta HDP'ê, ji bo li ser pêvajoyê hevdîtinan bike, çû Qendîlê -
Ji CÎK'ê daxuyaniya li ser darvekirinên li Îranê
CÎK'ê, darvekirina girtiyên Kurd ji aliyê rejîma Îranê ve şermezar kir û got, "DAIŞ bi kêrê serê mirovan jê dike, Îran a Şîa jî bi ben vê yekê dike." -
Tedawiya zarokê Kobaniyî dewam dike
Zarokê bi navê Şiyar Mihemed (12) ê di şewata konê li kampa AFAD'ê de bi giranî birîndar bû, tedawiya wî dewam dike. -
Li gundên Til Temirê pevçûn
Hate ragihandin ku li gundên Xêbiş û Til Şamîran ên ser bi Til Temirê, di navbera şervanên YPG/YPJ’ê û çeteyên DAIŞ’ê de şer û pevçûnên dijwar diqewimin. -
'DAIŞ û leşker xwedî heman mejî ne'
Hedlê Mihemed dibêje 6 xwişk-birayên Lokman Alî li nava refên YPG/YPJ'ê li dijî çeteyên DAIŞ'ê şer dikin û destnîşan kir ku mejiyê DAIŞ'ê û yê leşkeran weke hev e.