Li Erzîromê, gelê ku li dijî êrîşa nîjadperestan li taxên xwe nobedê digirin, cara duyemîn li êrîşa polîsan rast hat. Di encama berxwedana gel de polîs ji neçarî vekişiyan. Dikandaran jî bi armanca şermezarkirina êrîşan derabeyên dikanên xwe venekirin.
Li navçeya Erzîrom Yakûtiyeyê, ji ber êrîşa nîjadperestan a li semta Mahallebaşi, ku piraniya şêniyên wê Kurd in, 2 jê giran 5 kes birîndar bûbûn. Aloziya ji ber vê êrîşê derket, dewam dike. Şêniyên semtê li hemberî êrîşên koma nîjadperest parastina xwe dike. Lê belê polîsan vê carê dest li şêniyên semtê werdan. Girseya gel jî a li dijî êrîşan nobedê digire, careke din li êrîşa polîsan rast hat. Polîsan bi ava şid, gava îsotê û fîşekên plastîk êrîşî gel kirin. Girseya gel jî bi ço û keviran bersiv da êrîşa polîsan.
Li ser berxwedana gel, polîsan ji neçarî xwe vekişandin. Lê belê li taxê dorpêçiya polîsan dewam dike. Bi armanca şermezarkirina dikandarên semtê derabeyên dikanên xwe venekirin. DBP û HDP jî wê li dijî êrîşan saet di 14:00 de li meydana semtê bi awayekî girseyî daxuyaniyekê bidin çapemeniyê.
Li aliyê din Mehmet Siddik Şenol ê ji ber êrîşa nîjadperestan ji çavên xwe bi kêrê giran birîndar bû, li Nexweşxaneya Dewletê ya Palandokenê hat emeliyatkirin. Rewşa Şenol hînê xetere ye. Hasan Emrecîk ê di êrîşê giran birîndar bû jî li unîteya lezgîn a nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Herêmê tê ragirtin.