Li Bakurê Kurdistanê çalakiyên li dijî 'Pakêta Ewlekariya Hundir' dewam dikin. Di çalakiyên li Amed û Mûşê de hat ragihandin ku qanûnên di pakêtê de cih digirin ne kêmî yên dema OHAL'ê ne û hat destnîşankirin, ku têkoşîna li dijî vê yekê wê dewam bike.
AMED
Pêkhateyên Ked û Demokrasiyê yên Amedê, ber bi Avahiya AKP'ê ya Navçeya Yenîşehîrê ve meşiyan û xwestin 'Pakêta Ewlekariya Hundir' protesto bikin. Koma ku li astengiya polîsan rast hat, li Parka Merwanî daxuyaniyek da çapemeniyê.
Li çalakiya ku KCD, HDP, DBP û hevşaredaran jî destek danê, pankarta bi nivîsa 'Qanûna Ewlekariya Hundir Aştiyê Nîne' hat vekirin.
'TEQANDINA HÊVIYÊN AŞTIYÊ YE'
Berdevkê Demê yê KESK'ê Medenî Tûtşî piştî meşê daxuyaniyek da û diyar kir ku ew ê destûrê nedin ku têkoşîna demokrasî û aştiyê were qelskirin. Tûtşî got, "Bi vê qanûnê re dixwazin pêkanînên rewşa awarte (OHAL) ên fîîlî, bikin parçeyek ji jiyana me... Ti qîmetê siyasî yan jî hiqûqî yên vê qanûna fazşîan nîne."
Tûtşî di dewama axaftina xwe de got, "Anîna rojevê ya vê qanûnê, hewldana teqandina hêviyên aştiyê ye" û xwest pêşnûme qanûn tavilê were vekişandin.
Tûtşî ragihand ku qanûn ji gelek aliyan ve li dijî biryarên Dadgeha Destûra Bingehîn û Dadgeha Mafên Mirovan e û got, "Em weke hêzê ked û demokrasiyê, heta dawî li van pêkanînên antî demokratîk were anîn, li çar aliyên welêt ji niha û pê ve em ê bimeşin avahiyên AKP'ê yên navçeyê û hewl bidin bi hişyarkirina raya giştî re bihêlin ku AKP dest ji van polîtîkayên xwe berde."
MÛŞ
Li navçeya Mûş Kopê jî, rêxistinên HDP û DBP'ê yên navçeyê, 'Pakêta Ewlekariya Hundir' û darvekirina siyasetmedarên Kurd ji aliyê rejîma Îranê ve hatin şermezarkirin.
Bi sedan kesên ku Hevserokên HDP û DBP' yên navçeyê û Hevşaredar jî di nav de bûn, li ber avahiya DBP'ê ya navçeyê civiyan û ber bi avahiya HDP'ê ya li Kolana Eskî Sanayî ve meşiyan. Rêveberê HDP'ê yê Navçeyê Mehmet Karabalik di daxuyaniya xwe ya li vir de diyar kir ku 'Pakêta Ewlekariya Hundir' 'pêngaveke garantîkirina qraliyeta' Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan e.
ÎRAN HAT HIŞYARKIRIN
Di çalakiyê der darvekirinên li Îranê hat şermezarkirin û hat gotin, "Li hemberî rejîma komkuj a Îranê, sebra me fûriya ye. Em ji vê derê Îranê hişyar dikin; Ya dest ji qetilkirina Kurdan berde, yan jî wê dawiya te ji Misir û Lîbyayê cuda nebe."