Ata a HDP'yî ji hikûmetê pirsî: We çima darên li Qabilcewzê birîn?

Parlamentera HDP'ê Ata, birîna darên li Qabilcewzê xist rojeva Meclîsê û destnîşan kir, ku birîna daran dibe ku amadekariya ji bo bendavê be.

Parlamentera HDP'ê Ata, birîna darên li Qabilcewzê xist rojeva Meclîsê û destnîşan kir, ku birîna daran dibe ku amadekariya ji bo bendavê be.

Parlamentera HDP'ê ya Êlihê Ayla Akat Ata, der barê birîna darên li mezra û gundê Helîs ê navçeya Qabilcewzê de, pêşniyar pirsek pêşkêşî Wezîrê Karên Daristan û Avê Veysel Eroglû.

Ata bersiva van pirsan xwest:

"Haya Wezareta we ji birîna darên li gundê Helîs û mezrayên wê heye?

Der heqê birîna daran de ku tê gotin li herêma mijara gotinê ev 3 sal in tê kirin, ti gilî li Wezareta we hatiye kirin? Eger hatibe kirin, heta roja îro der barê mijarê de lêkolîn hatiye kirin?

Kes û saziyên daran dibirin kî ne, ku dibêjin îhale ji Midûriyeta Karên Av û Daristanan a Bajarê Êlihê stendine? Bi kîjan hincetê erka birîna daran ji van kes an jî saziyan re hatiye dayîn?

Li herêma mijara gotinê, çima li qadeke ewçend berfireh dar hatine birîn? Piştî bêdarhiştina vê herêmê, plana çi tê kirin, li herêmê were çêkirin?

Midûriyeta Şaxê Êlihê ya Karên Av û Daristanan a ser bi Wezareta we, çima der barê mijarê de raya giştî agahdar nekir û çima bersivê nade saziyên çapemeniyê?"