KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Kurdên li Japonyayê Îran protesto kirin
Li paytexta Japonya Tokyoyê, biryara Îranê ya darvekirina girtiyê siyasî yê Kurd Saman Nsîm ku bi endametiya PJAK'ê sûcdar dike, hat protestokirin. -
Rastfêmkirina Rêber Apo - Cemîl Bayik
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik di nivîsa xwe ya vê hefteyê ya li rojnameyên Azadiya Welat û Ozgur Polîtîka de, rastfêmkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nirxand. -
YBŞ hêviya Êzidîxanê ye
Mezûniyeta ji Akademiya Derwêşê Evdî ya akademiya leşkerî ya YBŞ'ê dewam dike. Ji dewreya mezûniyetê ya 14'ê Sibatê Îbrahîm Sado got, "Hêza pêşî li fermanan bigire YBŞ ye. YBŞ hêviya Êzidîxanê ye." -
Li Kopenhagenê xebatên hilbijartinê
Li paytexta Danîmarka Kopenhagenê, xebatên hilbijartinê destpê kirin. -
NY ji bo Saman Nesîm bang li Îranê kir
Ji bo girtiyê siyasî yê Kurd Saman Nasîm ê rejîma Îranê biryara îdamê der heqê wî de daye, Neteweyên Yekbûyî (NY) bang li Tehranê kir. Rayedarên NY destnîşan kirin ku darvekirina girtiyên ne reşît, bi ti awayî nayê qebûlkirin. -
Li Girê Spî, çete û hevalbendên wan ji ber YPG/YPJ'ê direvin
Piştî ku hêzên YPG/YPJ'ê gundên Kultep, Koran, Baxdik, Îdaniyê yên li rojhilatê Kobanê azad kirin, şer li gundên Hurub û Axbaş ên Girê Spî dijwar bû. -
‘YPG/YPJ ne bi tenê ye, em sînoran nas nakin’
Îsmaîl Ceylan ê 78 salî ku li gundê Elîzer ê nobeta sînor lê didome dimîne, her roj bi zincîra mirovahiyê silavan dişîne ji şervanên YPG û YPJ’ê re û ji bo şervanan got: “Hûn ne tenê ne. Em sînorên sûnî qebûl nakin. -
Facebookê rûyê bi ken ê Ocalan sansur kir
Facebook a ku wek îcata herî baş a tora ragihandinê ya cîhan û teknolojiyê tê zanîn wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan yê dikene sansur kir. -
Ji bo rawestandina darvekirina Saman Nesîmî li Stockholmê çalakî
Li Stockholmê ji bo ku biryara darvekirina girtiyên Kurd ên li Îranê protesto bikin û darvekirina girtiyê siyasî yê Kurd Saman Nesîmî bê sekinandin, roja Çarşemê saet 20.30’an li ber Wezareta Karên Derve çalakiyek pêk hat. -
Li Qoserê 3 kes hatin girtin
Li navçeya Qoserê ya Mêrdînê, ji kesên di êrîşên polîsan ên li hember çalakiyên şermezarkirina Komploya 15’ê Sibatê de hatin binçavkirin, 3 kes hatin girtin. -
YPG’ê nasnameya 4 şervanan aşkera kir
Navenda Ragihandina YPG’ê bi daxuyaniyekê nasnameya 4 şervanên YPG/YPJ’ê ku di operasyonên rizgarkirina Kantona Kobanê yên 15’ê Sibatê de jiyana xwe ji dest dane aşkera kir. -
Biryara darvekirina Saman Nesîm li Wanê hat protestokirin
TUYAD-DER a Wanê, biryarên darvekirina girtiyên siyasî yên Kurd ên li Îranê, protesto kir. -
'Biryara hikûmeta Îranê navê hovîtiyê ye'
Komîteya Çapemeniyê ya Komalên Ciwan, der barê biryara dewleta Îranê ya îdamkirina ciwanê Kurd ê bi navê Saman Naseem de daxuyaniyek da. -
YPG: 13 gund hatin azadkirin, herî kêm 14 çete hatin kuştin
Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê diyar kir ku di roja 156. a berxwedana Kobanê de 13 gundên Kantona Kobanê hatine azadkirin, herî kêm 14 çete hatine kuştin û hejmarek ji cebilxaneyên çeteyên DAIŞ'ê hatine desteserkirin. -
Ji artêşa Îranê êrîşa obus û hawanan
Artêşa Îranê bi obus û hawanan êrîşî Dola Kokê kir. -
Li Zap û Heftanînê tevgera balafirên keşfê
Tevgera balafirên keşfê yên artêşa Tirk ên li Herêmên Parastinê yên Medyayê zêde dibe. -
Kahraman ê YPG'yî ji aliyê bi deh hezaran kesî ve hat oxirkirin
Şervanê YPG'ê Sûat Kahraman ê li Kobanê jiyana xwe ji dest da, ji aliyê bi deh hezaran Kurdistanî ve ber bi rêwîtiya bê dawî ve hat oxirkirn. -
KCK’ê ji bo fermandarê pêşmergeyan Dilşad Ezîz sersaxî xwest
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê, ji bo fermandarê pêşmergeyan Dilşad Ezîz ê li Şengalê jiyana xwe ji dest da, ji malbat û gelê Kurdistan sersaxî xwest. -
Kurdistaniyên li Bielefeldê li Dusseldorfê daxwaza edaletê kirin
Çalakiya "Bêdengiya we ji hevkariya we tê?" ya her hefte li bajarê Elmanya Dusseldorfê ji bo dîtina kiryarên komkujiya Parîsê tê lidarxistin, vê hefteyê ji aliyê Kurdistaniyên li bajarê Bielefeldê ve hat lidarxistin. -
Ozmen ê YPG'yî hat veşartin
Şervanê YPG'ê Harûn Ozmen (Dewran Amed) ê li Kobanê jiyana xwe ji dest da, bi merasîmeke girseyî hat veşartin. -
Hevşaredarên Şirnex û navçeyên wê derbasî Kobanê bûn
Hevşaredarên Şirnex û navçeyên wê, alîkariya ji 11 qemyonan a xwarinê anîn Pirsûsê û ji bo tevkariyê li ji nû ve avakirina Kobanê bikin derbasî Kobanê bûn. -
15 gund û 2 girên stratejîk ên Kobanê hatin rizgarkirin
Di çarçoveya operasyonên rizgarkirina gundên Kobanê de, hêzên YPG/YPJ'ê li her sê eniyan 15 gund û 2 girên stratejîk rizgar kirin. -
Li eniya Mexmûr-Giwêr zêdeyî 30 çete hatin kuştin
Çeteyên DAIŞ’ê duh êvarê 4 caran hewl da ku li dijî meziyên pêşmergeyan yên Giwêr û Mexmûrê êrîşê pêk bînin. -
Tevî serma û seqemê berxwedana Kobanê hat silavkirin
Girseya gel a li ser sînorê Pirsûs-Kobanê li hev kom bû, tevî serma zivistanê jî, bi çalakiya zincîra ji mirovan, berxwedêrên Kobanê silav kir. -
Polîs êrîşî merasîma cenazeyê Harûn Ozmen ê YPG'yî kir
Polîsên Tirk êrîşî merasîma cenazeyê şervanê YPG'ê Harûn Ozmen kirin. Di bûyerê de gelek kes birîndar bûn