YPG: 13 gund hatin azadkirin, herî kêm 14 çete hatin kuştin

Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê diyar kir ku di roja 156. a berxwedana Kobanê de 13 gundên Kantona Kobanê hatine azadkirin, herî kêm 14 çete hatine kuştin û hejmarek ji cebilxaneyên çeteyên DAIŞ'ê hatine desteserkirin.

Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê diyar kir ku di roja 156. a berxwedana Kobanê de 13 gundên Kantona Kobanê hatine azadkirin, herî kêm 14 çete hatine kuştin û hejmarek ji cebilxaneyên çeteyên DAIŞ'ê hatine desteserkirin.

Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku di roja 156. a berxwedana Kobanê de hêzên YPG/YPJ li her sê eniyên Kobanê bi pêş ve diçin û der barê operasyonên duh de ev agahî da:

LI ROJAVAYÊ KOBANÊ 6 GUND HATIN RIZGARKIRIN

"Pengava Azadkirina Kobanê ya şervanên me bi hemû leza xwe berdewam dike. 

Hêzên me li bejahiya Kobanê bi lez bi pêş ve diçin û operasyonên xwe yên li hemberî gund û nuqteyên stratejîk ên di bin dagirkeriya rêxistina terorî ya DAIŞ'ê de ne, didomînin. Şevê din hêzên me li rojavayê Kobanê li hember 6 gundên di bin dagirkeriyê de bûn operasyonek lidar xistin. Gundên Bîreloz, Sêv Elî, Derbenov, Derbazina Mezin, Derbazina Navîn û Derbazina Horan di demeke kin de ji terorîstan hatin rizgarkirin. Bi vî awayî hêzên me li rojavaye Kobanê xwe gihandin çeperên xwe yên peşiya hewldana dagirkeriyê.

7 GUND Û 2 GIR LI BAŞÛR HATIN AZADKIRIN: 12 ÇETE HATIN KUŞTIN

Li başûrê Kobanê jî pêşveçûna hêzên me didome. Şervanên me şevê din li hemberî hin gund û nuqteyên stratejîk operasyonek hemwext lidar xistin. Di encama operasyonê de gundên Bîrabekê, Nûralî, Aslankê, Şaxirkî, Girêk, Şaxê û Qil Eydê, Girê Sîdar û Girê Sêvê, dîsa rêbenda Dîcle ji terorîstan hatiye azadkirin. Di pevçûnên li vê qadê de 12 terorîst hatin kuştin. 

LI ROJHILAT 2 ÇETE HATIN KUŞTIN, HEJMAREK CEBILXANE HATIN DESTESERKIRIN

Hêzên me li rojhilatê Kobanê li hember gundên Eydanê û Mendik jî operasyonek lidar xistin. Di qadê de pevçûnên dem kurt qewimîn û di encamê de li gorî tespîta hêzên me 2 terorîst hatine kuştin. Hêzên me li vir dest danîn li ser wesayîteke leşkerî, 5 kleş, 15 şerjorên kleşê û 1.000 fîşekên kleşê, 3 BKC, 1 roketavêja B7, 7 bombeyên destan, 2 debance, 3 rext, 1 bêtel û 1 kamera.

7 ŞERVANÊN YPG/YPJ'Ê JIYANA XWE JI DEST DAN
 
Di operasyonên 24 seatê dawî de 7 rêhevalên me yên bi biryardarî û vînêk mezin şer kirin gihîştin şehadetê û 8 rêhevalên me jî birîndar bûn."