KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Li Stockholmê lanet li komplokeran hat anîn
Bi sedan Kurdistaniyên ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî daketin kolanên paytexta Swêd Stockholmê, hêzên li pişt komployê lanet kirin û xwestin, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan serbest were berdan. -
YXK: Ji bo azadiya Ocalan em ê têkoşînê xurt bikin
Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê (YXK) bi daxuyaniyeke nivîskî komploya navneteweyî şermezar kir. -
Li Rojava çalakiyên şermezarkirina 15’ê Sibatê
Ji bo şermezarkirina Komploya Navneteweyî li dijî Rêberê Gelê kurd Abdulah Ocalan li tevahî Rojava çalakiyên şermezarkirinê hatin lidarxistin. -
Weqfa Liceyê, alîkariya xwarinê ya ji 44 tonî ji Kobanê û Liceyê re şand
Weqfa Piştevanî û Çandê ya liceyê, ji bo hewcedaran alîkariya xwarinê ya ji 44 tonî bi Kobanê û Liceyê re kir. -
Li Amedê bi deh hezaran kesî komplo protesto kirin
Komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê li Amedê ji aliyê bi deh hezaran kesî ve bi meşekê hat protestokirin. Hevseroka KCD'ê Selma Irmak di mîtînga piştî meşê de got, "Eger hûn dixwazin aştî bê Tirkiyeyê divê Rêberê Gelê Kurd azad bibe." -
YPG: 53 terorîstên DAIŞ'ê hatin kuştin
Di operasyonên YPG/YPJ'ê yên roja 153. a berxwedana Kobanê de hejmarek gund û nuqteyên stratejîk ji DAIŞ'ê hatin paqijkirin. Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê got, "Di pevçûnên duh de herî kêm 53 terorîstên DAIŞ'ê hatin kuştin." -
Li Şirnexê terora polîsan: 6 jê zarok 23 kes hatin binçavkirin
Li Bakurê Kurdistanê, provokasyonên polîsên Tirk ên protestoyên komployê ji xwe re dikin hincet, dewam dikin. Li Şirnexê bi hinceta ku tevlî protestoyên komploya 15'ê Sibatê bûne, êvarê û danê sibehê 6 jê zarok 23 kes hatin binçavkirin. -
Polîsan êrîş bir ser girseya komplo şermezar dikir
Li Êlihê girseya Komploya 15’ê Sibatê şermezar dikir, rastî êrîşa polîsan hat. Cadeya Amedê veguherî qada şer. -
Tevgera leşkerî ya artêşa Tirk dewam dike
Tevgera leşkerî ya artêşa Tirk a li Herêmên Parastinê yên Medyayê dewam dike. -
'Pêknehatina pêvajoya muzakereyê nayê qebûlkirin'
Heyeta HDP'ê der barê hevdîtinên xwe yên li Qendîlê de daxuyaniyek da û destnîşan kir ku rayedarên KCK'ê gotine, destpênekirina pêvajoya muzakereyê nayê qebûlkirin. -
HPG: Li Şengalê 5 çete hatin kuştin
Di çalakiyên çarçoveya Pêngava Azadkirina Şengalê de 5 çete hatin kuştin. -
Li Wanê bi deh hezaran kesî komplo protesto kirin
Komploya Navneteweyî ya 15'ê Sibatê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk hat, li Wanê ji aliyê bi deh hezaran kesî ev bi meş û daxuyaniya çapemeniyê ve hat şermezarkirin. -
Li Êlihê bi hezaran kes dimeşin
Li Êlihê bi hezaran kesên ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê li ber avahiya DBP'ê ya Bajêr civiyan, bi pankarta bi nivîsa "Bimire komploya 15'ê Sibatê" û bi dirûşma "Bijî Serok Apo" dest bi meşê kirin. -
KCK: Ti hêz nikare li hemberî azadiya Rêber Apo bisekine
KCK: Têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê wê ji niha û pê ve bi misogerî azadiya Rêber Apo bike hedef. Li hemberî azadiya Rêber Apo ti hêz nikare bisekine. -
Komplo hat lanetkirin, berxwedana Kobanê hat silavkirin
Di zincîra ji mirovan a li aliyê Serxetê, şermezarkirina Komploya navneteweyî ya li hember Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan mohra xwe li çalakiyê xist. -
Li gundên Daqûqê komplo hat şermezarkirin
Li qezaya Daqûq a girêdayî Kerkûkê bi sedan welatî ji bo şermezarkirina Komploya Navneteweyî ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşek li dar xistin. -
Polîs li Wanê destûrê nade meşa protestoyî
Ji bo şermezarkirina komploya 15'ê Sibatê, bi hezaran kes li Wanê li hev kom bûn û xwestin bimeşin. Lê belê polîsan destûra meşê nedan. Ji ber ku polîsan bend danîn pêşiya gel, alozî derket. Rewşa aloz dewam dike. -
Li Silopiyê komeke çekdar gule li derdorê reşand
Li Silopiyê, hin kesên çek li gel wan hebûn hewl dan têkevin taxa Şehîd Harûn û piştî ciwan bi wan hesiyan, gule li derdorê reşandin û tax terikandin. -
Li Kobanê protestoya 15'ê Sibatê
Kobaniyên ku bi berxwedaneke dîrokî re hewldanên dagirkeriyê yên çeteyên DAIŞ'ê pûç kirin, li qada şehîdan li hev kom bûn û komploya navneteweyî li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin. -
Koordînasyona Giştî ya Kantonên Rojava, komplo şermezar kir
Koordînasyona Giştî ya Meclîsên Rêveber ên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ên Kantonên Cizîr, Kobanê û Efrînê yên Rojavayê Kurdistanê, komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir. -
Li Kurdistanê dikan venebûn, protesto dewam dikin
Ji ber salvegera komploya navneteweyî, li Bakurê Kurdistanê ji bilî firne û dermanfiroşan dikan venebûn. Partî û saziyên li Kurdistanê kevnê reş bi avahiya xwe ve kirin. Li gelek deveran protesto dewam dikin. -
KCD: Komploya 15'ê Sibatê êrîşek stratejîk a li dijî gelan e
KCD'ê komploya navneteweyî lanet kir û destnîşan kir, ku komplo bi berxwedana Ocalan û gelên li Rojhilata Navîn re hatiye pûçkirin. Di daxuyaniyê de ragihandin ku têkoşîna ji bo azadiya Ocalan wê were xurtkirin. -
Li Yewnanîstanê meşa dirêj a Kurdistaniyan
Bi armanca şermezarkirina komploya navneteweyî ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Kurdistaniyên li Yewnanîstanê dijîn ji bajarê Lavrion heta Atînayê dest meşeke dirêj kirin. -
15'ê Sibatê li Norwêcê bi meşeke meşaleyî hat protestokirin
Bi armanca protestokirina komploya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Kurdistanî û dostên wan li ber stasyona trenê ya li paytexta Norwêc Osloyê civiyan û heta parlamenta Norwêcê meşiyan. -
Li Silopiyê leşkerek di dema nobedê hat kuştin
Li navçeya Şirnex Silopiyê, Omer Yalçin (21) ê leşkeriya ji neçarî dikir, li gorî îdîayê di dema nobedê de fîşeka çeka hevalê xwe, jiyana xwe ji dest da.