Li Êlihê bi hezaran kesên ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê li ber avahiya DBP'ê ya Bajêr civiyan, bi pankarta bi nivîsa "Bimire komploya 15'ê Sibatê" û bi dirûşma "Bijî Serok Apo" dest bi meşê kirin. Meşa ku gav bi gav hejmara beşdaran zêde dibe, wê li ber Sînemaya Yilmaz Guney bi dawî bibe.
Li sûka destpêkê ya Êlihê 'Şûka Kevin', Meydana Cûmhûriyetê û semtên din dikandaran dikan venekirin û tevlî meşê bûn.
Bajar ji aliyê polîsan ve hatiye dorpêçkirin.
Parlamenterên Êlihê û hilbijartinên gel wê piştî meşa 3 kîlometreyan daxuyaniyekê bidin çapemeniyê.