Komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê di salvegera 16. de li Amedê ji aliyê bi deh hezaran kesî ve bi meşekê hat protestokirin. Hevseroka KCD'ê Selma Irmak di mîtînga piştî meşê de got, "Eger hûn dixwazin aştî bê Tirkiyeyê divê Rêberê Gelê Kurd azad bibe."
Irmak got, "Eger hêrsa gelê Kurd bifûre, ava li derdora Îmraliyê wê bifûre û we daqurtîne. Ev 30 sal in em têdikoşin, em ê 30 salên din jî têbikoşin. Bila komploker zanibin; berxwedan jiyan e."
Komploya 15'ê Sibatê li Amedê bi meşeke girseyî hat protestokirin. Bi deh hezaran kesên li ber avahiya DBP'ê ya Bajêr civiyan, pankarta bi nivîsa "Em komploya 15'ê Sibatê ya navneteweyî lanet dikin" û bi qîrîna dirûşmên "Bê Serok jiyan nabe" û "Bijî Serok Apo" meşiyan.
Di meşa ber bi Meydana Stasyonê de, Hevseroka KCD'ê Selma Irmak, Hevseroka Giştî ya DBP'ê Emîne Ayna, Hevserokên DBP'ê yên Bajarê Amedê Alî Şîmşek û Hafîze Îpek, Seroka Giştî ya TUHAD-FED'ê Zubeyde Teker, Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Amedê Firat Anli û Gultan Kişanak, Hevşaredarên Navçeya Navendî, rêveberên DBP û HDP'ê yên bajar û navçeyan û nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl amade bûn.
Di meşa proestoyî de girseya gel reş girê da û balkêş bû ku li ser rêgeha meşê hejmareke zêde polîs û TOMA û maşînên zirxî bicih bûbûn.
'DIVÊ SALA 2015'AN BIDE SALA AZADIYA OCALAN'
Ji deh hezaran kesên li Meydana Stasyonê civiyan re Hevserokê DBP'ê yê Bajêr Alî Şîmşek bi Kurdî axivî û beşdar silav kir. Şîmşek got, "Komplo mezin bû, lê têkoşîn jî mezin bû...Gelê Kurd komplo pûç kir û yekîtiya xwe parast."
Şîmşek got, "Qasidê aştiyê li Îmraliyê ye û destnîşan kir ku divê sala 2015'an bibe sala azadiya Ocalan.
Dûre Seroka Giştî ya TUHAD-FED'ê Zubeyde Teker mafê axaftinê wergirt û got, "PKK gel e, karkerê febrîqeyê ye, xwendekarê dibistanê ye. PKK çiya ye, deşt e, bajar e. PKK tevgereke ku gel bûye PKK, PKK bûye gel e. Rêberê vê tevgerê Abdullah Ocalan e. Me heta niha dest jê bernedan, em ê dest jê bernedin."
10 MÎLYON ÎMZE RADESTÎ KONSEYA EWROPAYÊ HAT KIRIN
Teker kampanya îmzeyan a ji bo azadiya Ocalan bibîr xist û got, "10 mîlyon 300 hezar îmze radestî Konseya Ewropayê hat kirin. 10 mîlyon mirovî bi îmzeya xwe re ji Ocalan re azadî xwestin. Ev yek bersiva herî mezin li komplokeran e. Bêyî azadiya Rêberê xwe em ti çareseriyê qebûl nakin."
Hevseroka Giştî ya DBP'ê Emîne Ayna jî got, "Azadiya Ocalan azadiya zarokan e, azadiya ciwanan e. Azadiya jinan, Kurdistan, gelên Kurdistanê û gelên cîhanê ye."
'AGIRÊ WE VÊXIST HÎNÊ VENEMIRIYE'
Hevseroka Giştî ya KCD'ê Selma Irmak jî di axaftina xwe ya bi Kurdî de destnîşan kir ku 15'ê Sibatê ji bo gelê Kurd, Kurdistaniyan û gelên Rojhilat rojeke hatiye şermezarkirin e û got, "Ji bo pûçkirina komployê jin û ciwanan bedena xwe dan ber agir. Di kesayetiya wan de dibêjim, agirê we vêxistin hînê venemiriye û heta Rêber Apo neyê Meydana Şêx Seîd, neyê Meydana Amedê ev agir wê venemire."
'EM 30 SALAN TÊKOŞIYAN EM Ê 30 SALÊN DIN JÎ TÊBIKOŞIN'
Irmak ragihand ku di encama têkoşînê de komplo negihaştiye armanca xwe û axaftina xwe wiha dewam kir: "Komplo pûç bû, negihaşt armanca xwe lê belê komployê bi xwe re têkoşîna gelê Kurd anî. Eger hûn dixwazin aştî bê Tirkiyeyê, divê Rêberê Gelê Kurd azad bibe. Li ber vê hilbijartinê eger hûn samîmî bin, bir astî jî dixwazin aştiyê bê, hingî hûnê 10 mîlyon îmzeyan li ber çavan bigirin. Hêrs, sebra gelê Kurd nefûrînin. Eger hêrsa gelê Kurd bifûre, ava li derdora Îmraliyê wê bifûre û we daqurtîne. Ev 30 sal in em têdikoşin, em ê 30 salên din jî têbikoşin. Bila komploker zanibin; berxwedan jiyan e."
Li dû axaftinan, bi deh hezaran meşvan bêyî bûyereke neyînî biqewime belav bû.