Li Kobanê protestoya 15'ê Sibatê

Kobaniyên ku bi berxwedaneke dîrokî re hewldanên dagirkeriyê yên çeteyên DAIŞ'ê pûç kirin, li qada şehîdan li hev kom bûn û komploya navneteweyî li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin.

Bi sedan Kobaniyên li qada şehîdan civiyan, alên TEVDEM, YPG/YPJ û posterên Ocalan vekirin û dirûşmên "Bijî serok Apo", "Bê serok jiyan nabe" qîriyan. Li dû deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên Kobanê li ser navê TEVDEM'ê Îsa Kobanê mafê axaftinê girt, komplo şermezar kir û got, "Yên Rêberê me dîl girtin û hesab kirin ku bi dîlgirtinê re wê vîna gelê Kurd teslîm bê kirin, li pêşberî meşa têkoşîna azadiyê vala derketin. Gelê Kurd bi felsefeya Rêberê xwe hişyar bû, xurt bû û meşiya."

'ÎDEOLOJIYA OCALAN TÊK NAÇE'

Kobanê ragihand ku yên xwestin bi êrîşên li hemberî şoreşa Rojava re vê komployê dewam bikin, li Kobanê careke din vala hatine derxistin û got, "Tevgera bi îdeolojiya Birêz Ocalan hebûna xwe dewam dike, li Kobanê careke din îspat kir ku ti carî têk naçe." Dûre li ser navê malbatên şehîdan Mistefa Îto peyivî. Îto destnîşan kir ku hêza li Kobanê bi ser xistiye, xeta Ocalan e.