Li Silopiyê leşkerek di dema nobedê hat kuştin

Li navçeya Şirnex Silopiyê, Omer Yalçin (21) ê leşkeriya ji neçarî dikir, li gorî îdîayê di dema nobedê de fîşeka çeka hevalê xwe, jiyana xwe ji dest da.

Li navçeya Şirnex Silopiyê, Omer Yalçin (21) ê leşkeriya ji neçarî dikir, li gorî îdîayê di dema nobedê de fîşeka çeka hevalê xwe, jiyana xwe ji dest da.

Li gorî îdîayê, Omer Yalçin ê ji navçeya Bedlîs Tetwanê ku li Silopiyê leşkeriya ji neçarî dikir, li kulûba nobedê dema bi hevalê xwe re henek dikir bi guleya ji çeka hevalê xwe jiyana xwe ji dest da.

Cenazeyê Yalçin ji bo otopsiyê ji Nexweşxaneya leşkerî ya Amedê re hat şandin û paşê li Tetwanê hat veşartin.