'Pêknehatina pêvajoya muzakereyê nayê qebûlkirin'

Heyeta HDP'ê der barê hevdîtinên xwe yên li Qendîlê de daxuyaniyek da û destnîşan kir ku rayedarên KCK'ê gotine, destpênekirina pêvajoya muzakereyê nayê qebûlkirin.

Heyeta HDP'ê der barê hevdîtinên xwe yên li Qendîlê de daxuyaniyek da û got, "Rayedarên KCK'ê dan xuyakirin, ku destpênekirina pêvajoya muzakereyê nayê qebûlkirin û diyar kirin, ku Hikûmeta AKP'ê li şûna li ser pêkhatina aştiya mayînde ya ji serenavên muzakereyan bixebite, bi xebatên afirandina têgihiştinek ji bendewariyên dûrî rastiyê re, demê xerc dike." 

Heyeta HDP'ê, li ser hevdîtinên xwe yên li Qendîlê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Heyeta me di 13 û 14'ê Sibatê de du rojan li Qendîlê, bi rayedarên KCK'ê re çend civînên demdirêj lidar xistiye. Endamên jin ên heyeta me her wiha bi civata jinê re jî civînek pêk aniye. Di civînê de weke rojeva bingehîn, gavên pêwîste di çarçoveya pêvajoya çareseriyê de werin avêtin, pakêta ewlekariyê ya hundirîn a radestî Meclîsê hat kirin, di serî de Kobanê û Şengal bûyer û pêşketinên li Rojhilata Navîn hatine nirxandin."

'HELWESTA AKP'Ê YA VALADERXISTINA TEQWÎMA ÇARESERIYÊ LI QENDÎL RASTÎ NERAZÎBÛNÊ HAT'

Daxuyaniya Heyeta HDP'ê bi vî rengî dewam kir:

"Di civînê de rayedarên KCK'ê dan xuyakirin ku der heqê pêvajoya çareseriyê de destpênekirina muzakereyan nayê qebûlkirin û diyar kirin, ku Hikûmeta AKP'ê li şûna li ser pêkhatina aştiya mayînde ya ji serenavên muzakereyan bixebite, bi xebatên afirandina têgihiştinek ji bendewariyên dûrî rastiyê re, demê xerc dike. Rayedarên KCK'ê dan zanîn ku li gorî pêşnûmeya muzakere û çareseriyê ya ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye diyarkirin, diviyabû heta 15'ê Sibatê li ser hin serenavên muzakereyê li hev hatibûya kirin û destnîşan kirin, ku helwesta Hikûmeta AKP'ê ya valaderxistina teqwîma çareseriyê li Qendîlê bi nerazîbûnan hatiye pêşwazîkirin. Di civînan de hat gotin, ku avanekirina mekanîzmayên muzakereyê, destpênekirina xebatên heyeteke şopandinê ya bêalî, cidîyet, samîmiyet û nêzîkatiya Hikûmeta AKP'ê ya li pêvajoyê radixe pêş çavan û ev mijar bi berfirehî hatin nîqaşkirin. Tespît hatiye kirin ku ew ruhê pêvajoya çareseriyê li ser perspekîfa Birêz Ocalan a 'demokratîkbûyîna dewlet û civakê' dinirxînin, lê belê hemû pêkanînên AKP'ê li dijî demokratîkbûyîna dewlet û civakê ne. Hatiye destnîşankirin, ku mînaka dawî ya vê yekê Pakêta Ewlekariya Hundirîn a radestî Meclîsê hatiye kirine, ku bi vê pakêtê re AKP dixwaze temamiya mûxalefeta civakî biqutifîne.    

Bi awayekî zelal hatiye diyarkirin, ku derxistina pakêta ewlekariya hundirî wê pêvajoyê bixe rewşeke xetere, zîhniyetê pakêtê zîhniyetê pêkneanîna muzakereyê ye. Hatiye destnîşankirin ku ev feraset jî li şûna demokratîkbûyînê tê wateya hîn bêhtir otorîtebûyînê û ev feraseta demokratîkbûyînê ji holê radike jî, ne pêkane bê qebûlkirin. Hatiye ragihandin ku nerazîbûna tevahiya rêxistinên civakî yên sivîl û beşeke mezin a gelê Tirkiyeyê li vê pakêtê watedar e û yekîtiya têkoşînê ya derdorên demokratîk a li dijî pakêtê, girîng e. Hatiye gotin, ku li şûna pakêtên ewlekariya hundirîn ku otorîtebûyînê esas digire divê AKP sererastkirinên qanûnî yên demokratîkbûyînê bixe rojeva meclîsê û hatiye destnîşankirin, ku li şûna berjewendiyên xwe yên hilbijartinê, girîng e AKP li ser mijarên pêşeroja demokratîk a gelên me eleqedar dike, bixebite.

Hatiye diyarkirin ku destketiyên li Kobanê û Şengalê derketine holê ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo hemû gelên herêmê dîrokî ne û di civînan de tespît hatiye kirin ku divê hestiyariya gelên me heta niha nîşan daye, ji niha û pê ve jî dewam bike. KCK'ê destnîşan kiriye ku pêşketinên herêmî yên aştiyê û pêşeroja demokratîk a hemû gelên me eleqedar dike, ji nêz ve dişopîne."